ENQERE - Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Meclîsê sond xwar û dest bi xebatên xwe kir
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî salekê li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar.
Guven piştî axaftinên ji derveyî rojevê, derket kursî û sonda parlementeriyê xwar. Parlementerên HDP'ê û CHP'ê piştî Guven sond xwar li çepikan xistin. Guven piştî sond xwarinê, dê karibe xebatên Lijneya Giştî bişopîne û bibe endamê komîsyonan.
Guven a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya Amedê dewam kir, piştî banga Ocalan a “Greva birçîbûnê û rojiya mirinê gehiştine armanca xwe, ez li bendême ku hûn çalakiya xwe bi dawî bikin’ di roja 200’an de greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kiribû.
Guven, piştî çalakiya xwe bi dawî kir, heya demekê li nexweşxanê ma û dûre ji nexweşxanê hatibû derxistin.