STENBOL - Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli yê girtî tê darizandin, di doza ku 22 parêzer tên darizandin de parastin kir û got: "Bi sedema ewlehiya agir, ewraqên dozê nîşanî min nadin. Ez nikarim zêdeyî 10 pirtûkan li hucreya xwe bihêlim. Destûr nadin ku parêzer bi awayekî dijîtal dosya ji min re bînin."
Der barê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli jî di navde li 22 parêzeran di sala 2013'an de bi îdîaya “Rêveberên DHKP-C'ê ne" doz li wan hatibû vekerin. Danişîna doza parêzeran li 18'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de Prz. Selçuk Kozagaçli û Ebru Timtik yên ji dozek din girtî tên darizandin jî beşdarî danişînê bûn. Hin parêzerên serbest tên darizandin jî tev li danişînê bûn. Gelek parêzerên din jî ji bo hempîşeyên xwe biparêzin li salonê amade bûn. Li aliyê din gelek nûnerên rêxistinên civakî jî bi armanca piştgiriyê hatin salonê. Di danişînê de Prz. Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku di 5 salên dawî de 5 xelat girtine û wiha got: "Xelata ku Lawyers For Lawyers daye min wê îşev seromoniya wê bê çêkirin. Ji ber vê piştevaniyê spasiyên xwe pêşkêş dikim. Li aliyê din bi sedema ewlehiya agir, ewraqên dozê nîşanî min nadin. Ez nikarim zêdeyî 10 pirtûkan li hucreya xwe bihêlim."
'KU HEMÛ ÎDÎANAMEYAN BIDIN MIN CIH LI HUCREYÊ NAMÎNE'
Kozagaçli, bal kişand ser zêdebûna îdîanameyên der barê xwe de û wiha lê zêde kir: "Destûr nadin ku parêzer bi awayekî dijîtal dosya ji min re bînin. Min 3 caran dosya xwestin, lê nedan parêzeran. Ji ber dozên ku ez jê têm darizandin ji 100 hezar rûpelî pêk tên. Ez li 12 metrekare dimînim. Ger ku kaxizê 100 hezar rûpel li ser hev kom bike, wê demêli hucreyê cih ji min re namîne. 3 celse çêbûn nikarin dosyayê ji min re bişînin. Dema Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropayê hatin ziyareta min, min got hêj min îdîanameya der barê xwe de nexwendiye. Çend roj şûnde ez li pey xwe kişandim û birim odeyek bilgîsayarê ya bi toz û xwest ez lêkolîn bikim. Ez ji ber vê rewşê şerm dikim. "
Piştre Prz. Ebru Timtîk jî parastin kir û sûcdariya der barê xwe de red kir.
Piştî parastinê heyeta dadgehê doz taloqî 25'ê Kanûnê kir.