BÛRSA - Cendirmeyên ku ji Girtîgeha Tipa H a Bûrsayê 6 girtî birin nexweşxaneyê wan biçûk xistin û girtî Îdrîs Başaran derp kirin.
Hat ragihandin ku cendirmeyan dema ku 6 girtiyan ji Girtîgeha Tipa H a Bûrsayê birine nexweşxaneyê, di rê de wan biçûk xistine û derp kirine. Parêzeran got ku girtî Îdrîs Başaran ji aliyê 4 çawişên pisporan ve hatiye derpkirin û dema ku çûne hevdîtina wî dîtine ku di meşa xwe de zehmetî dikişîne. Li aliyê din hat ragihandin ku girtiyên din jî xwestine ji rapora derpkirinê bigirin û bijîjk jî wekî cendirmeyan nêzî wan bûne. Dê Başaran û girtiyên din derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.