AMED - Endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, ku li Madenê hat kuştin di 28’emîn salvegera kuştina wî de ew bibîr anîn.
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 28 sal berê di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji malê hat revandin û di 7'ê Tîrmehê de cenazeyê wî li Navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin. Cenazeyê Aydin di 10'ê Tîrmehê de hat veşardin. Bi sed hazaran kes beşdarî merasima cenaze bûbûn û cenazeyê Vedat Aydin li Goristana Deriyê Mêrdîn ya Amedê defin kiribûn. Bi minasebeta salvegera Kuştina Vedat Aydin endam, rêveber û parlamenterên HDP, nûnerên siyaseta Kurd, Birayê Vedat Aydin Veysi Aydin û gelek kesên din amade bûn. Bîranîna li ser gora Vedat Aydin bi rêzgirtinê dest pê kir.
MAMOSTEYEK PIR MEZIN BÛ
Di bernameya bîranînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku Vedat Aydin şoreşgerek û mamosteyekî gelek mezin bû û wiha got: "Aydin, pêşengê Siyaseta Demokratîk bû. Rûmeta gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê hêzên tarî 28 sal berê Vedat Aydin qetil kirin. Dibe ku Vedat Aydin bi fizîkî ne di nava me de be. Lê bi fikrên xwe û manevî di dilê sed hezaran de dijî. Bi sed hezaran Vedat Aydin pêş ketin. Îro bi milyonan mirov ji bo aştî, demokrasiyê ava bikin di rêya Vedat Aydin de dimeşin. Vedat Aydin nemiriye. Di dilan de dijî."
'YÊN PÊŞENG HER DEM BÛNE HEDEFA DEWLETÊ'
Birayê Vedat Aydin Veysi Aydin, jî anî ziman ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha got: "28 sal borîn hêj kujerê Aydin nehatiye dîtin. Bi salan e em li pêy vê kuştinê ne. Lê hêj kujerê wî ronî nebûye. Ji dirokê heta niha ev yek li ser Kurdan ferz kirine."
'HIŞMENDÎ NEHAT GUHERTIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari jî anî ziman ku kujerê Vedat Aydin diyar e û tevî vê yekê 28 salin kujerê wî nehatye ronîkirin û got: "Hêj hişmendiya dewletê nehatiye guhertin. "
'LI DIJÎ POLİTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ BÛN YEK'
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku Vedat Aydin girêdayî nirxên xwe yên neteweyî bû û wiha got: "Qerîna aştî û demokrasiyê bilind dikir. Jibo vîna gelê Kurd a hişyar bûye bişkînin ev êrîş pêk anin. Yên dixwazin gelê Kurd belav bikin, êrîşa vîna gel dikin. Lê hêj têkoşînka gelê Kurd didome û wê bidome."