Kekê Îrfan Kiliç: Encama teqez dê ji otopsiyê derkeve

  • rojane
  • 12:25 10 Tîrmeh 2019
  • |
img

ÇEWLÎK - Kekê  Îrfan Kiliç ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Kandirayê dawî li jiyana xwe anî Husamettîn Kiliç, têkildarî mirina birayê xwe bi dozgerê girtîgehê, midurê girtîgehê û hevalên kogûşê yên birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Kiliç da zanîn ku dê encama teqez a mirina birayê wî dê bi otopsiyê derkeve holê. 

Îrfan Kiliç ku ji sala 2016'an ve li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Kandirayê girtîbû, hefteya borî roja çarşemê dawî li jiyana xwe anîbû. Hatibû angaştkirin ku Kiliç di dema çalakiya xwe de dûrişmeyan berz kiriye û di nîşeya ku li dû xwe hiştibû de jî ev tişt nivîsandibû: "Ez dewleta tirk a dagirker û xiyaneta KDP'ê şermezar dikim. Silav ji mertalên zindî yên Başûr re. Hûn ne bi tenê ne, dengek jî ji Çewlîkê. Ez tecrîda li ser serokatiyê jî şermezar dikim." Malbata Kiliç ku ji nêzikbûna polisan a li hemberî xwe aciz bû, gumana 'înfazê' anî rojevê. Bi armanca nîqaşên heyî zelal bike birayê Kiliç Husamettîn Kiliç, ji navçeya Solxan a Çewlîkê çû Kocaeliyê û bi dozgerê girtîgehê yê ku otopsiya birayê wi kiriye, midurê girtîgehê û hevalên kogûşê yên birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Kiliç ku bawer nake birayê wî dawî li jiyana xwe aniye got ku encamên teqez ên mirina birayê wî dê bi otopsiyê derkeve holê. Kiliç têkildarÎ pêvajoyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'JI GIRTÎGEHÊ GERIYAN'
 
Kiliç diyar kir ku destpêkê bi agahdariya girtîgehê bi mirina birayê xwe hesiyaye û wiha got: "Ji min pirsa, 'Tu kekê Îrfan Kiliç î? kirin û gotin ku Îrfan xwe şewitandiye û diçin nexweşxaneyê, divê hûn jî bên Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmîtê. Li ser vê agahdariyê min agahî da malbata xwe. Piştî saetek û nivê careke din li min geriyan û gotin ku Îrfan jiyana xwe ji dest daye." 
 
'TALÎMATA WALÎTIYÊ HEYE, CENAZE NAYÊ DAYÎN'
 
Di berdewamê de Kiliç diyar kir ku ferdên malbatê ji navçeya Solxan a Çewlîkê derbasî Stenbolê bûne û bavê wî beriya wan bi balefirê çûye û ev tişt anî ziman: "Dema bavê min digihîje wir ji bavê min re dibêjin, 'em ê cenaze nedin te. Me cenaze rakiriye morga goristana kesên bêxwedî. Ji walîtiyê ferman hatiye em ê cenaze teslîmê we nekin.' van talîmatan bi awayekî devkî ji me re ragihandin. Gotin ku dê di bin kontrola polisan de bînin Balefirgeha Xarpêtê û li vir teslîmî me bikin. Sedema teslîmnekirina cenaze ji me re venegotin. Li ser vê yekê me fêm kir ku hin tişt çewt diçin."
 
'CENDEKÊ XWE JI VIR BIGIRIN'
 
Kiliç destnîşan kir ku li Balafirgeha Xarpêtê di bin tundiyê de bi polisan re cenaze girtine û wiha axivî: "Me disîqilandin. Li gel ku zanibûn êşa me heye jî bi van gotinan, 'Cendekê xwe ji vir bigirin. We miriyên xwe girt ji vir biçin' me disîqilandin. Me aciz dikirin. Dema ku me aciziya xwe nîşanî wan dide kamereyan vedikirin û aciziya me ya li hemberî xwe qeyd dikirin. Ji ber ku li balafirgehê du cenaze hebûn me xwest cenaze vekin û kontrol bikin. Lê destûr nedan vê yekê. Dema em vegeriyan Solxanê, me dît ku çar aliyê mala me bi polisên sivîl hatiye dorpêçkirin û hemû rê hatine girtin. Ji bo ku kes neyê cenaze bi kamereyan dîmen digirtin." 
 
‘WESAYÎTA CENAZE NEDAN ME’ 
 
Kiliç da zanîn ku Şaredariyê Bongilanê wesayîta cenaze nedaye wan û wiha domand: “Em li Xarpêt, Dep û Kayseriyê geriyan lê me wesayît nedît. Wesayîtek tesaduf ji Amedê dihat Xarpêtê hebû û me cenaze pê anî. Ji ber ku ber Îrfan vê malê çêkir me xwest em wî vir bişon. Polîsan xwest bêyî em cenaze vekin veşêrin. Me bertek nîşan da. Me got heta em wecîbeyên olî yên cenaze pêk neynin em ê veneşêrin. Me cenaze vekir em carek din xemgîn bûn. Di destê wî û qirika wî de şopa xêzkirinê hebûn. Serî wî hatibû pelixandin. Dema me vê yekê dît em dinya bi serê me de xera bû. Me wî halê cenaze nîşanî 20 kesan da. 
 
EM QANIH NEBÛN Û RABÛN ÇÛN GIRTÎGEHÊ 
 
Di bedena Îrfan de ewqas birînên giran hebûn em qanih nebûn û me xwest em biçin girtîgehê bi midurê girtîgehê û bi hevalên wî re hevdîtinê bikin. Me cenaze veşart. Şîna me 3 rojan dewam kir. Pişt re ez û 5 birayên xwe bi hev re çûn girtîgehê û me bi dozger, midûr û hevalên wî re hevdîtin pêk anî.” 
 
‘MIDUR GOT XWE ŞEWITANDIYE’ 
 
Kiliç anî ziman ku dema wan bûyerê bihîstiye li girtîgehê geriyane û Îrfan ewil nîşeyek daniye qawîşa kêlekê û pişt re agir bi betaniye û tabureyekê xistiye û xwe şewitandiye û hurgûliyên hevdîtina bi rayedaran re wiha vegot: 
 
“Me bi Serdozgerê Komarê yê Girtîgeha Kandirayê re hevdîtin pêk anî. Dozger got li gorî agahiyên jê re hatine dayîn; Îrfan Kiliç xwe şewitandiye û bi wî awayî rakirine nexweşxaneyê. Piştî bijîşkan otopsiye kir çûne cem dozger û jê re qala birînên di mil û gerdena wî kirine. Gotine şewitandin heye û her wiha jehrîbûnê kirine. Li ser van her tiştan disekinin. Dozger jî li ser sedemê mirina Îrfan dawî li benda rapora saziya tiba edlî ne gelo ka birîndarî heye, şewitîn heye an jî jehrîbûn heye. Lêpirsîn li ser van her sê gumanan tê birêvebirin. 
 
DELÎLAN ŞANDINE SAZIYA TIBA EDLΠ
 
Serdozger li ser vê bûyerê rawestiyeye. Got ew ê hemû tiştên hiqûqî bikin. Hemû delîlên li cihê bûyerê kom kirine. Qawîşa Îrfan lê dimîne du qatî ye. Mitbex, serşok û daşir li jêrê ye. Li qata jorê jî cihê razanê ye. Li qata jêrê xwîn, parçeyên caman, şûşeyên şikestî, xwîna zêde û li qata jor jî xwîn hebûye. Serdozger got ku wan mînakên xwînê girtine û hemû delîlên têkildarî bûyerê berhev kirine û şandine saziya tiba edlî. 
 
MIDUR: GIRTIYAN AGAHÎ DAN  
 
Di hevdîtina min bi midûrê girtîgehê kir re de, ji min re got Îrfan xwe şewitandiye. Lê dema Îrfan birin nexweşxanê, tespîta ne tenê şewitînê, birîndarî û jehrîbûnê ji bo wî hat kirin. Gelo çawan dibe ku di demek kurt de hev hemû bi hevre pêş bikevin. Min ji midûr pirsa çawan agahiya we jê çêbû û çim we berê ev agahî nedan me kir. Midûr li ser vê pirsa min got; ‘girtiyên di qawîşa kêlekê de li derî dixin û ji gardiyenan re dibêjin li odeya kêlekê hin tişt diqewimin, deng ji wê qawîşê tê. Gardiyan li ser vê yekê dikevin odeya Îrfan lê dimîne û dûre dibînin ku Îrfan xwe şewitandiye. Li ser vê Îrfan radikin nexweşxanê.’ Midur qebûl dike ku, Îrfan şewitiye, birîndar bûye, li derdorê şopên xwînê hene, cam û şûşe şikestine. Bi vê re dibêje ku Îrfan xwe şewitandiye.
 
Min pirsa, rageşiyek hebû jî ji midur kir. Ji xwe ew jî yanî rayedarên girtîgehê jî dibêjin, li qata xarê şopên xwînê li erdê û ser dîwaran hebûn. Bi xwe li cam û diwaran xistiye, li qata xwarê gelek xwîn hebûye û li qata jorê jî hinek xwîn hebû ye. 
 
Dîsa midur ji min re got, gerdiyan di saet 09.00’an de deriyê qawîşê vedikin û ji Îrfan tuyê derbikeve sporê yan na dikin. Îrfan ji wan re dibêje ku ewê dernekeve. Piştî 40- 50 deqeyan agaghiya Îrfan xwe şewitandiye girtiyen û rakirine nexweşxanê. 
 
MIN HEVDÎTIN BI HEVALÊN WÎ YÊN QAWÎŞÊ RE KIR
 
Nêzî 20 deqan min hevdîtin bi hevalên wî yên qawîşê re kir. Wan jî ev agahî dan min, ‘Em di navbera saet 09.00 û 09.20’an de ji qawîşê derketin û saet 10.00’an me agahî bîhist. Li ser vê yekê em vegeriyan qawîşê.’ Dema hevalên wî tên qawîşê, dibînin ku Îrfan ne li qawîşê û hîn dibin ku wî xwe şewitandiye. Hevalê wî Mehmet, israr dike û dikeve qawîşê. Wî jî got, ‘Di qata xarê de şopên xwînê hebûn û di qata jor de jî, camên şikestî û şopên şewatê hebûn.’”
 
‘GOT SERÊ MIN DIÊŞE Û NEHAT AKTÎVÎTEYÊ’ 
 
Kiliç, diyar kir ku berê ji wî û birayê wî re jî hatibû gotin ku Îrfan li paş xwe nişe hiştiye û wiha domand: “Lê me ev yek piştrast nekir. Hevalên Îrfan gotin Îrfan ne mirokekê ku zirarê bide bedena xwe û tiştek wiha bike bû. Hevalên wî gotin ‘em tu carî nebûn şahid ku Îrfan behsa întîxarê bike. Derbarê pêşerojê de tim diaxivî. Em saet 12.00’an razan. Serê sibê jî em bi hevre rabûn. Tiştek cuda tune bû. Îrfan got çavên min dişewitin û serê min diêşe. Ez nekarim werim. Ji hevalan re silav bêjin’ û dûre bi me re  nehat.”
 
‘DIXWAZIM JI DOZGER BAWER BIKIM’
 
Kiliç, li gorî hemû çavdêriyên xwe, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim baweriya xwe bi dozger binim. Ez dixwazim li hemberî vê êşê li ber xwe bidim. Dozger got ‘ev întîxar jî be û cînayet jî be, ezê derbixim holê. Min hemû delîl kom kirine. Di encama rapora Tipa Edlî de, dê hemû tişt derbikevin holê.’ Ez heya dawiyê şopdarê vê bûyerê bim. Em hêvî dikin ku emê hemû rastiyan derbixin holê.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Aydin Atay
 
 

Sernavên din

13/07/2019
10:14 Biryareke mînak a ji nû ve darizandinê
09:55 Li Enqereyê 3 kes hatin binçavkirin
09:54 Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin
09:02 Ji ber li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin doz li wan hat vekirin
09:02 3 sal in 921 malbat bê mal in
09:01 'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'
09:01 Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand
09:01 Hevşaredarên HDP'î: Em ê hewl bidin jinên hepsî malê hatine kirin xwedî gotin bin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2019'AN
12/07/2019
18:53 Mîr Dengîr Firat li Goristana Karşiyakayê hat veşartin
18:45 Hevseroka HDP'a Alanyayê Dalgiç hat girtin
16:52 Dîyar Xerîb bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn
16:09 Ji rojnameger Aykol peyam: Teqez bedela tiştên xweş heye
15:49 ‘Tirkiye ji bo parêzer û rojnamegeran bûye welatek talûke’
15:34 Derket holê ku Qada Spîndaran aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye
15:33 Piştî êrîşa li dijî notirvanan 9 kes hatin binçavkirin
15:00 Sariyildiz: NY erka xwe bi cih nayîn û cesaretê dide hikumetê
14:52 Ji Şaredariya Cizîrê biryara 8'ê Adarê û Newrozê
14:46 'Pênûsa Aykol pênûsa Musa Anter e nayê bêdengkirin
14:38 5 meh in ‘biryara nepeniyê’ li ser dosyeya Sîncar e
13:51 Cezayê girankirî dan bavê ku lawê xwe kuşt
13:11 Di doza Pirsûsê de dadgehê dîmen û qeydên deng daxwaz kir
13:04 Ji bo 'avêtina mezin' a Heskîfê bang kirin
12:55 Cenazeyê HPG’iyan 40 rojin li qada operasyonê tê rawestandin
12:53 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
12:53 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Emê Dengî Firat ji bîr nekin
12:22 ÎSÎG'ê rapora jahrîbûnê aşkere kir
12:10 Bi sewqiyata ber bi sînorê Rihayê ve çi tê armanckirin?
12:01 Li Sêrtê 6 kes hatin binçavkirin
12:00 Fermandarê qereqolê ji eskeran re gotiye ‘Çima hûn van nakujin’
11:50 Wezareta Parastina Milî: Teslîm kirina S-400 dest pê kir
11:38 Kubilay: Berpirsiyarê krîza aborî ne penaber in
11:23 Rêveberê DBP’ê bi lêdanê hat binçavkirin
10:54 Rojnameger, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstan bertek nîşanî girtina Aykol da
10:46 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:45 Malbat ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê serlêdan kirin
10:38 Li Şaxê şewata daristan û zeviyan
10:38 Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji NY re name şend
10:24 Yekemîn dewreya havînê ya Jineolojiyê li Minbicê dest pê kir
10:18 Tercîha kesên ku dixwazin piyê xwe hênik bigirin: Yemenî
10:14 Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine
10:13 Rojnameger Hacioglu: Ji bo cîhanek xweştir emê bêtir têbikoşin
09:21 Nameya Kiliç ê li hepsê dawî li jiyana xwe anî derket holê
09:19 Dosyeya Îrcî yê 14 salî jî xistin nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:18 Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan: Qiyamet bû, zilm bû!
09:17 Ji ber nimêja înê ya sivîl 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn
09:17 ‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'
09:16 Li warê çandiniyê rewşa cotkaran ne tu rewş e!
09:15 Vegeriyan gundê xwe lê...
09:14 Taşdemîr: Wê pêşengê rêya sêyem jin bin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:25 Dengîr Mîr Mehmet Firat jiyana xwe ji dest da
07:26 Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
11/07/2019
18:06 Rojnamevan Huseyîn Aykol birin girtîgehê
17:16 TGS û DÎSK: Huseyîn Aykol berdin
16:12 Doza qeymeqam Safiturk ji nûve hat dîtin
16:03 Bavê ku bi destûr ji girtîgehê derket kurê xwe ji dayika wî revand!
15:24 Xwendekarên ODTU partiyên siyasî ziyaret kirin
15:23 Kurdistanî dengê xwe bi radyoyan radigihînin: Me bi parêzin
15:09 Temellî: Niha dem dema demokrasiya radikale
14:49 Çiyayê Mazî wergeriya xweliyê: Zindewer bi saxî şewitîn
13:10 HDP’ê şandeyek şand Licê
13:09 Rojnameger Huseyîn Aykol hat binçavkirin
11:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
11:23 Beştaş: Divê demildest paketa darazê bixin rojeva Meclîsê
11:03 YSK'ê encamên Hilbijartina Stenbolê aşkera kir
10:58 HDP dest bi seferberiya gelek mijaran dike
10:53 Serokê dadgeha doza Geziyê guherî
10:34 Alî Îsmaîl Korkmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
10:34 Hevşaredarê Gogsiyê û encûmenên şaredariyê hatin binçavkirin
10:29 Li Licê zeviyên çandîniyê bûn xwelî
10:21 Polîsan li Mehsertê nivîsa ‘Pêşî Peya’ asteng kirin
10:16 Wezîrê berê Gunay: Pêwistî bi lihevkirinên mezin heye
09:59 Li Edene û Antalyayê 8 kes hatin binçavkirin
09:55 Gundê Sûryaniyan Killit li benda şênbûnê ye
09:06 Girtiyên li dijî zextan derdikevin wan diavêjin hucreyan
09:05 90 sal in goristana ermenan diparêzin
09:05 Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike
09:03 Leyla Guven: Dema min sond xwar hemû jin hatin ber çavên min
09:03 Ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê sektora hêkan top avêt
09:02 Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne
09:01 'Wê li Qereyaziyê deng û rengê jinê kêm nebe'
09:00 Temel: HDP, cihê kesên ne mecbûrî du blokan bixwe ye
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2019'AN
10/07/2019
19:14 Guven: Niha derî li ser kêlekê ye, ji niha û pê ve girêdayî hewldana me ye
17:13 Yên di facîaya Soma de xelas bûn, ji bo tazminatê meşiyan
16:48 Li Bûrsayê jinek bi derpkirinê hat qetilkirin
16:41 Karkerê bi ceryanê xwe zeliqî jiyana xwe ji dest da
16:34 Malbata Aydemîr têkildarî mirina keça xwe li rayedarên nexweşxaneyê gilî kirin
16:06 Traktorek qelibî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:05 Çiyayên Cûdî û Mazî dişewite!
15:35 Gundên Licê di bin gulebaranê de ne: Agahiyê ji gundiyê birîndar nayê girtin
15:28 Dayikên Aştiyê bang li Barzanî kirin: Ne xizmeta şer xizmeta aştiyê bike
15:10 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên Meclîsê kir
15:09 21 rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê bertek nîşanî SETA’yê dan
14:20 Kozagaçli: Ewraqên dozê nîşanî min nadin
14:09 Danişîna Şûle Çet dest pê kir
13:04 Hat angaştkirin ku girtiyê nexweş Başaran hatiye derpkirin
13:04 Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin
13:03 HDP'iyan Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn