ENQERE - Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro dê li Meclîsê sondê bixwe.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, îro dê li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond bixwe. Guven piştî sond xwarinê, dê karibe beşdarî xebatên qanûnî bibe û bibe endamê komîsyonê.
Guven a di 31’ê Çileya 2018’an de hat girtin û di girtîgehê de, ji bo Parlementeriya Colemêrgê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hat hilbijartin. Guven di 8’ê Mijdarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û piştî 79 roj bi ser çalakiya wê re derbas bûn, hat berdan.
Guven a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya Amedê dewam kir, piştî banga Ocalan a “Greva birçîbûnê û rojiya mirinê gehiştine armanca xwe, ez li bendême ku hûn çalakiya xwe bi dawî bikin’ di roja 200’an de greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kiribû.
Guven, piştî çalakiya xwe bi dawî kir, heya demekê li nexweşxanê ma û dûre ji nexweşxanê hatibû derxistin.