ENQERE - Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Enqereyê Şukran Ercan diyar kir ku Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye ku li Tirkiye û Cihanê pêşiya siyaseta demokratîk vedike û got ku divê CHP ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd rola xwe bilîze.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Enqereyê Şukran Ercan têkildarî peyamên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re bi raya giştî re parve kiribûn axivî û diyar kir ku divê hevdîtinên Îmraliyê bên berdewamkirin. Hevserok Ercan bi bîr xist ku piştî hilbijartinên Stenbolê serlêdanan parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê bersiv mane û wiha got: "Her hevdîtineke li Îmraliyê diê kêrî siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bê. Di hevdîtinan de rola girîng a Ocalan a ji bo siyaseta demokratîk hat dîtin."
'PÊWISTÎ BI RÊYA DEMOKRATÎK HEYE'
Ercan da zanîn ku Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye ku li Tirkiye û Cihanê pêşiya siyaseta demokratîk vedike û ev tişt anî ziman: "Zanîn û nêrînên wî her tim serkeftî bûne. Vekirina deriyên Îmraliyê bi gelê kurd û siyaseta demokratîk nefes daye berdanê. Weke ku Ocalan jî gotiye ji îro pê ve pêwistî bi bi rêya sêyemîn a demokratîk heye. Hilbijartinên giştî û herêmî nîşan dan ku ne tenê bi desthilata siyasî bi rêya sêyemîn jî Pirsgirêka Kurd dikare bê çareserkirin. Bi girseyên çepgir, sosyalîst û demokratîk jî dikare bê çareserkirin."
Di dawiya axaftina xwe de Ercan bi bîr xist ku stratejiya HDP'ê ya Hilbijartina Stenbolê hemû hevsengiyên Tirkiyeyê serûbinê hev kiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan xwedî daneveke siyasî ye ku dikare hemû gelan bîne gel hev û divê ji Îmraliyê bê derxistin. Di çareseriya Pirsgirêka Kurd muxatab ne tenê AKP'ê ye, rêya çareseriyê dikare bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî û kedê bê vekirin. Di Pirsgirêka Kurd kesên samîmî tevbigerin dê bi ser kevin. Heke CHP daxwaza rêveberiya welat dike divê di Pirsgirêka Kurd de samîmî tevbigere."