DUHOK - Hat diyarkirin ku TSK'ya ku li Herêma Kurdistana Federe operasyona leşkerî li dar dixe, ji bo gund bên valakirin gefan li gundiyan dixwe. Her wiha leşkeran agir berda derdora gundê Sîranê yê Sidêkanê.
Operasyona "Pençe" ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku di 27'ê Gulanê de li qada Biradost a Herêma Kurdistana Federe da destpêkirin berbelav dibe. TSK, hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve herêmê bombebaran dike û dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike. Hat diyarkirin ku duh TSK'ê li navçeya Soran a Hewlêrê agir berdaye derdora gundê Sîran ê Sidêkanê. Hat ragihandin ku leşker û endamên MÎT'ê yên heta Sidêkanê hatine, ji bo gund bên valakirin gef li welatiyan xwarine û ji gundiyan re gotine: "Çi bê serê we berpirsiyar ne em in."
'ESKER AGIR BERDA ZEVIYAN'
Encumenê Meclîsa Sidêkanê Davûd Feqê Mîrza, ragihand ku leşkeran agir berdaye erdên li derdora gund û gundiyên xwestine agir bitefînin jî leşkeran ew gulebaran kirine. Mîrza, diyar kir ku leşker ji bo gund bên valakirin ti gefan li gundiyan dixwin û kesên ji gund derdikevin jî guleberan dikin. Mîrza, bilêv kir ku niha ew û 5 kesan li gund mane. Mîrza, destnîşan kir ku ji bo alîkariyê ew li rêveberiya herêmê geriyane, lê belê kesî bersiv nedaye. Mîrza, ji bo ev weşet bi dawî bibe bang li her kesî kir.