STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, nîqaşên der barê qanûna bingehîn a nû de tên kirin nirxandin û got, divê mijara herî girîng maf û azadî bin.
Nîqaşên ji bo çêkirina qanûneke bingehîn a nû didomin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, fikr û ramanên xwe yên der barê van nîqaşan de parve kir. Yolerî, destnîşan kir ku divê di serî de girtiyên nexweş û mirovên ji zûv de di girtîgehan de ne bibin mijara nîqaşên der barê qanûna bingehîn anû de û divê di vî warî de demildest hin gav bên avêtin.
QANÛNA BINGEHÎN A DARBEYÊ
Yolerî, bilêv kir ku pêdiviya civakê bi qanûneke bingehîn a nû re heye û got: "Ji zû de ye qanûneke bingehîn a nû tê nîqaşkirin. Lê belê xebatên ji bo qanûneke bingehîn a nû di xalên sereke de xitimîn. Nehat xwestin qanûneke bingehîn a di warê maf, azadî û mafên gerdûnî de bê çêkirin. Ji bo çêkirina qanûneke bingehîn a nû pêvajoya herî guncan Pêvajoya Çareseriyê bû, lê di vê pêvajoyê de jî ev nehat kirin. Lê niha pêdivî bi vê qanûna bingehîn heye. Çimkî hîn jî qanûna bingehîn a darbeyê ku gelek caran hatiye pînekirin di dewrê de ye û tu kes ji vê qanûna bingehîn ne razî ye."
Yolerî, bilêv kir ku rexneyên der barê qanûna bingehîn a darbeyê de ji du hêlan ve tên kirin û got: "Rexneyên di hêla esas û isûlê de hene. Yanî eger hûn rabin û bêyî civakê daxil bikin û meseleyên sereke, nirxên gerdûnî esas negirin û qanûneke bingehîn çêbikin, helbet wê bibe qanûneke bingehîn a nû lê wê ne li gor pêdiviyên civakê be. Ji ber pêdiviyên civakê de xwe de nahebîne wê bibe qanûneke bingehîn î bipirsigirêk. Loma divê niha nîqaşên qanûneke bingehîn li gor pêdiviyên civakê bên kirin. Lê di şertên niha de zemîneke wiha tune ye. Çimkî helwesta îktîdarê helwesteke pir çewisîner e. Di warê maf û azadiyan de pirsgirêkên mezin hene. Heta îktîdareke wiha hebe ne mimkun e qanûneke bingehîn a mafên mirovan esas digire pêk bê. Loma belkî pêdivî bi guherandina hevsengan heye."
PRATÎKA HDP'Ê YA DI WARÊ XEBATÊN QANÛNA BINGEHÎN DE
Yolerî, ji bo çêkirina qanûneke bingehîn a nû diyar kir ku beriya her tiştî divê aşkere be ka çi tê xwestin û got: "Ji bo vê pêdivî bi rêxistinbûyîneke ku zanibe çi dixwaze heye. Em dizanin bi salan e rêxistinbûyîneke bi vî rengî heye. Jixwe di ji bo xebatên berê yên qanûneke bingehîn xebitîbû. HDP, di vî warî de xwedîpratîk e."
MIJARA MAF Û AZADIYÊN BINGEHÎN
Yolerî, destnîşan kir ku divê di nîqaşên ji bo qanûneke bingehîn a nû de mijara maf û azadiyên bingehîn hebe û got: "Niha em bi îktîdareke ku ne cinayetên karî, ne cinayetên jina, ne mijara girtiyên nexweş û ne jî qadên jiyanê yên din esas digire re rû bi rû ne. Yanî ev jî nîşan dide ku ev îktîar wê di hemû qadên jiyanê de jiyanê neparêze. Mesela wê ji bo mijara girtiyên nexweş xwe li nedîtinê deyne. Yanî mirina girtiyekî nexweş ji bo wê qet ne girîng e. Wê bêje 'ma çi bûye, hîn 264 hezar girtî hene, hema bila yek bimire.' Ev di meseleya îstismarkirina zarokan de jî wisa ye. Gotin 'ma ji bo carekê çi dibe.' Tecawizî zarokekî/ê dikin û wezîrek radibe tiştekî wiha dibêje. Ev tiştek sosret e... Yanî îktîdareke ku maf û azadiyên bingehîn ên mirovan nahseibîne heye."
Yolerî, destnîşan kir ku divê mirov ji bo maf û azadiyên xwe yên bingehîn dengê xwe bilind bikin û bi demokrasiyê re bibin yek pare. Herî dawî Yolerî bilêv kir ku divê tevahiya derdorên civakê daxilî nîqaşên ji bo qanûneke bingehîn a nû bibin.
MA / Barış Ceyhan