SÊRT - Dema qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin, xizmeta şaredariyê ya sêzimanî hatibû batalkirin. Lê belê şaredariya HDP'î, dîsa xizmeta sêzimanî xist dewrê.
Piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de Şaredariya Sêrtê ji dest qeyûm stend, xizmeta sêzimanî ya şaredariyê ku qeyûm betal kiribû dîsa xist dewrê. Xizmeta sêzimanî ji aliyê hevşaredarên berê Tûncer Bakirhan û Belkîza Epozdemîr ve dest pê kiribû. Lê belê di sala 2017'an de dema Cîgirê Walî Ceyhûn Dilşad Taşkin qekî qeyûm hatibû tayînkirin ewilî xizmetên bi kurdî û erebî dihatin kirin sekinandin. Lê di 31'ê Adarê de piştî HDP hat ser kar, dest bi xizmeta bi kurdî, erebî û tirkî kirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mehmet Zekeriya Çigir ê ereb, diyar kir ku yek ji xizmetên şaredariyan jî xizmeta bi pirzimaniyê ye. Çigir, destnîşan kir ku li bajêr erebî bûye hedefa polîtîkayên asîmlasiyonê û got: "Divê em zimanên heyî berbelav bikin."
Çigir, destnîşan kir ku wê ev xizmeta sêzimanî ya şaredariyê di fealiyetên çand û hunerî yên şaredariyê de jî xwe bide der.