AMED - HDP'iyan bertek nîşanî operasyona Xakurkê ya TSK'ê û helwesta PDK'ê ya ji bo operasyonê dan û bi bîr xistin ku wê hikûmeta AKP'ê bi operasyonên eskerî û siyasî tu encamê nestîne. HDP'iyan, anîn ziman ku polîtîkayên PDK'ê jî zirarê dide yekîtiya netewî ya kurd.
Operasyona "Pençe" ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 27'ê Gulanê de li hemberî Xakurkê dan destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de qadên jiyanê yên sivîl tên bombebarankirin, didome. Heta niha di êrîşên hewayî de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Rêvebirê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hewl dide hestên derdorên nîjadperest gur bike û got: "Diviya piştî peyamên Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke diyalogê dest pê bikirana, lê belê hikûmeta AKP'ê bi nêrîneke dijminahiyî tev digere. Wê ev siyaseta dijminahiyî encamê negire. Divê pirsgirêka kurd li ser zemîneke demokratîk bê çareserkirin."
'BIRAKUJÎ'
Bînbîr, helwesta PDK'ê ya ji bo operasyona navbirî jî rexne kir û got: "PDK, ji salên 1990'î ve ye li Kurdistana Başûr xwîna birakujiyê dirijîne. Ev siyaseta PDK'ê ne siyaseteke rast e. Divê nehiştina ev operasyon li dijî birayên wê pêk bê."
Bînbîr, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi operasyonan nayê çareserkirin û xwest Hikûmeta Kurdistana Federe rê li ber van operasyonan bigire.
Rêvebirê HDP'ê Şehmûz Şenyîgît jî diyar kir ku ji ber tifaqa AKP-MHP'ê xitimiye ev operasyon tên lidarxistin û AKP dixwaze b operasyonên bi vî rengî bi ser xwe ve bê.
‘DIVÊ PDK DEV JI VÊ ŞAŞIYÊ BERDE'
Şenyîgît, ji bo helwesta PDK'ê ya ji bo operasyona navbirî jî got: "Mixabin ev operasyon bi tevkariya PDK'ê tê kirin. Me di referandûma serxwebûnê de tiştên PDK'ê kirin dîtin. Dev ji Kerkûkê berda. Divê PDK êdî dev ji van şaşiyên xwe berde."
‘PDK ZIRARÊ DIDE YEKÎTIYA NETEWÎ YA KURD'
Şenyîgît, destnîşan kir ku divê PDK li dijî van operasyonan tev bigere û ji bo yekîtiya netewî ya kurd tev bigere. Şenyîgît, bilêv kir ku polîtîkaya heyî ya PDK'ê zirarê dide yekîtiya netewî ya kurd.