AMED - Parlementera HDP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî roleke pir girîng e û ji bo "rêya sêyem" a Ocalan destnîşan kiribû got: "Xeta jiyana bi hev re ya gelan e."
Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, pêşniyarên "lihevkirina civakiyî, siyaseta demokratîk, muzakereya demokratîk, aştiyeke birûmet û xeta sêyemîn" ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Aydenîz, destnîşan kir ku Ocalan ji dema agirbesta di sala 1993'yan de hatiye îlankirin heta niha pêşniyara "rêya sêyemîn" gelek caran anî rojevê û di hevdîtina dawî de jî careke din destnîşan kiriye û got: "Sedema sereke yên bangawaziyên Birêz Ocalan ên ji bo agirbestan, ew bû ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Di 2004-2005'an de rêya sêyemîn tarîf kir. Bi vê rêyê wê civak karibe xwe bi rêxistin bike, wê daxwazên fîzyolojîk û biyolojîk ên civakê hebe yanî wê civak bi temamî xwe bi xwe qadan ava bike."
‘AVAKIRINA HDP'Ê FIKRIYATA RÊYA SÊYEMÎN E'
Aydenîz, destnîşan kir ku hewl didin pêşniyara "rêya sêyemîn" a Ocalan têxin meriyetê û got: "Fikriyata avakirina HDP'ê jî fikra Birêz Ocalan e. Damezrandina HDP'ê fikriyata rêya sêyemîn e. Tenê milletek û fikreke siyasî di bin banê HDP'ê de cih nagire. HDP, li ser fikriyata rêya sêyemîn a Birêz Ocalan ava bû. Birêz Ocalan dibêje bila HDP li gor rêya sêyemîn tev bigere. Destnîşan dike ku pirsgirêka kurd wê bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Diyar dike ku wê derdorên din ên civakê bi îktîdarê neyên çareserkirin."
‘BIRÊZ OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ NEBE NABE YE'
Aydenîz, li ser bidawîbûna pêvajoya diyalogê ya di navbera Ocalan û dewletê de jî rawestiya û got: "Birêz Ocalan, got gelên bi sedan sal in bi hev re jiyane di 4 salên dawî de şikiyane. Ji avakirina komarê heta niha gelê kurd bi polîtîkayên asîmilasiyonê re rû bi rû dimîne û nayê hesibandin. Birêz Ocalan, li dijî vê pergalê alternatîfa rêya sêyemîn nîşan dide. Gelên Tirkiyeyê mozaîka çandê ne. Ji bo ev mozaîk bi hev re xurt bibe fikriyata HDP'ê derket holê. Ji ber vê di çareserkirina pirsgirêka kurd de ku ev pirsgirêk pirsgirêka Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye, Birêz Ocalan xwedî roleke girîng e."
Aydenîz, anî ziman ku dewlet li hemberî peyamên Ocalan ên di warê "muzakereya demokratîk" û "aştiyeke birûmet" de hewl dide pirsgirêkê bi polîtîkayên şer çareser bike û got: "Gelek operasyonên derveyî sînor hatin kirin ku êdî navê wan jî nayên bîra me. Dizanin nikarin bi van operasyonan encamekê bigiri, lê dîsa ji israr dikin. Birêz Ocalan hem ji HDP'ê hem jî ji Komara Tirkiyeyê re dibêje ev pirsgirêk wê bi muzakereyeke demokratîk, bi aştiyeke civakiyî û aştiyeke birûmet bê çareserkirin. Ji bo avakirina zemîneke demokratîk, divê hin gav bên avêtin. An jê wê bi polîtîkayên şerî, bi nehesibandina kurdan û bi berberîbûnê tu encam neyên girtin."
MA / Ozgur Paksoy