WAN - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ji bo saziyên jin, zarok, çand û hunerê yên qeyûm ew girtin ji nû ve bên vekirin dixebitin û nexasim jî ji bo jin sûdê ji tevahiya xizmetên şaredariyê bigirin dest bi xebatan kirine.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di dema tayînkirina qeyûm de saziyên jin, zarok, çand û hunerê hatibûn girtin, ji bo van saziyên navbirî dîsa bên vekirin tev digere. Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan, bilêv kir ku ji bo texrîbatên qeyûman kiriye ji holê rakin zendd û bend badane û ji bo saziyên hatine girtin ji nû ve bên vekirin dest bi xebatan kirine.
Ozgokçe, anî ziman ku qeyûm derbeya li hemberî vîna gelê kurd û hilbijêrên kurd bûye û ev êrîş tenê ne li ser mafê hilbijêr û hilbijartinê bûye, êrîşeke li ser tevahiya qadên jiyanê bûye. Ozgokçe, bi bîr xist ku qeyûman hemû nirxên civakê hedef girtiye û saziyên jinan, çand, huner û zarokan girtine.
Ozgokçe, bi bîr xist têkoşîna li hemberî şideta li dijî jinê peywira şaredariyê ye û got: "Vekirina kreşan, pêkanîna daxwazên civakê û peydakirina derfetan peywira şaredariyê ye. Şaredarîvanî tenê ne çêkirina rê, qenalîzasyon û xizmeta avê ye. Divê mekanîzmaya ji bo şert û mercên civakiyî ava bike."
SEROKATIYA DAÎREYA POLÎTÎKAYÊN JINAN HAT AVAKIRIN
Ozgokçe, destnîşan kir ku ew ê saziyên hatine girtin hemûyan vebikin û got: "Navenda Çandê ya Nûdayê hatibû girtin. Em ê avahiyê biselihînin û ji nû ve çalak bikin. Em ê di nav hefteyekê de vebikin. Her wiha Mala Hêwirandinê ya Jinê jî girtibûn. Em ê vê navendê jî ji nû ve vebikin. Me Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ku qeyûm ew girtibû ji nû ve vekir. Em ê saziyên xwe bi awayekî hîn xurtir vebikin û wê xebatên me bidomin."
'WÊ JIN JI HER XIZMETÊ SÛDÊ BIGIRIN'
Ozgokçe, diyar kir ku bi vekirina navenda jiyanê ya jinê re gelek kesan serî lê daye û got: "Hem ji bo şideta tê kirin serî lê didin hemm jî daxwaza ji bo hin kursan tê kirin. Em ê daxwazan binirxînin û herî zêde pêdivî bi çi hebe em ê di wî warî de atolyeyan vebikin. Her wiha em ê xebatên di warê îstihdamkirinê, qada tenduristiyê de jî xurtir bikin. Em ê 'JIN Kart'ê pêk bînin. JIN Kart tenê ne amûreke ji bo gihaniyê ye. Wê jin bi vê kartê bi her awayî karibin sûdê ji xizmetên şaredariyê bigirin. Armanca me ew e ku jin jiyaneke ku xwe tê de dibîne û hîs dike ava bike."