* Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ji bo saziyên jin, zarok, çand û hunerê yên qeyûm ew girtin ji nû ve bên vekirin dixebitin û nexasim jî ji bo jin sûdê ji tevahiya xizmetên şaredariyê bigirin dest bi xebatan kirine.
* Malbatên wekî karkerên çandiniyê yên demsalî çûn Manîsayê, di şert û mercên giran de dijîn û her wiha bi nêzîkatiyên nîjadperest re jî rû bi rû dimînin. Karkeran behsa şert û mercên xwe yên jiyanê û nêzîkatiyên bi wan re dimînin kirin.
* Parlementera HDP'ê Salîha Aydenîz, bilêv kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî roleke pir girîng e û ji bo "rêya sêyem" ku Ocalan destnîşan kiribû got, xeta jiyana bi hev re ya gelan e.
* HDP'iyan bertek nîşanî operasyona Xakurkê ya TSK'ê û helwesta PDK'ê ya ji bo operasyona navbirî dan û bi bîr xistin ku wê hikûmeta AKP'ê bi operasyonên leşkerî û siyasî tu encamê bi dest nexe. HDP'iyan, ji bo polîtîkayên PDK'ê jî bilêv kir ku zirarê dide yekîtiya netewî ya kurd.
* Dema qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin, xizmeta şaredariyê ya sêzimanî hatibû batalkirin. Lê belê şaredariya HDP'î, dîsa xizmeta sêzimanî xist dewrê.
* Li Heskîf a ku tê xwestin di bin avê de bimîne, ji ber liv û tevgera makîneyên karî yên giran hindik maye Qesra Biçûk birûxe.
* Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, nîqaşên der barê qanûna bingehîn a nû de tên kirin nirxandin û got, divê mijara herî girîng maf û azadî bin.
* Îdareya Girtîgeha Jimare 2'yan a Bunyan a Kayseriyê, ji 5 girtiyên ku piştî grevên birçîbûnê bi dawî bû re gotin "em ê we ji bo muayeneyê bibin nexweşxaneyê" sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Bunyan a Kayseriyê kirin. Li ser vê her 5 girtî ji bo vê pêkanînê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Her 5 girtî 8 roj in di greva birçîbûnê de ne.
* Hat diyarkirin ku TSK'ya ku li Herêma Kurdistana Federe operasyona leşkerî li dar dixe, ji bo gund bên valakirin gefan li gundiyan dixwe. Her wiha leşkeran agir berda derdora gundê Sîranê yê Sidêkanê.
* Dayika Nesrîn Teke ya ji bo radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şewitandina bedena xwe protesto kir, Nezahat Teke got: “Xwezî Nesrîn bibûya kesa herî dawî jiyana xwe ji dest bida.”
* Danişîna ewil a doza Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural jî di nav de 12 HDP'iyan dê li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê dîtin. (09.30-19.00)
* Siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Vedat Aydin yê hat qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê bê bibîranîn. (10.00)
* Danişîna doza Serokê Giştî yê ÇHD'ê parêzer Selçûk Kozagaçli jî di nav de parêzerên ÇHD'yî dê li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Komeleya 10 Ekîm Der dê di hefteya 45'emîn de kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ber Garê bibîr bîne. (10.04)