ENQERE - Rêveberên Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya Malbatên di 10'ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin (10 Ekîm Der) bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî re hevdîtin kirin.
Rêveberiya Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya Malbatên di 10'ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin (10 Ekim-Der) ya piştî 103 kesên di komkujiya Mîtînga Enqereyê ya Aştî û Demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli re hevdîtin kir. Rêveberiya Komeleyê di hevdîtina bi Temellî de diyar kirin ku Meclîsa Şaredariya Enqereyê 4 sal berê diyar kiribû ku wê sembola komkujiyê li GAR'ê ava bikin û li gel 4 sal borîn hêj gav neavêtine.
Hevseroka 10 Ekîm Derê Mehtap Sakîncî Coşgun, têkildarî hevdîtinê anî ziman ku wan di hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî de daxwazên xwe parve kirine û ji bo sembola birdariya 103 kesan bê avakirin alîkarî xwestine. Coşkun, anî ziman ku ji Temellî xwestine ku ji bo Şaredarê Enqereyê daxwaza wan pêk bîne hevkariyê bikin û di doza kuştina 10'ê Cotmehê de û di avakirina bîrdariyê de hevkariyê bikin.
Hevseroka Komeleya 10 Ekîm-Der piştre ji bo hevdîtinê plan kir ku bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re jî hevdîtin bike.