NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) li ser medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku karkerê înşaetê Erol Guney ji qadê duduyan ket û jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) li ser medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku karkerê înşaetê Erol Guney ê 48 ji qadê duduyan ket û jiyana xwe ji dest da. ÎSÎGM'ê diyar kir ku li navçeya Kandira ya Kocaelî Gunay ê ji qadê 2'an ket, bi granî birîndar bû û piştî 5 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gunay bavê 4 zarokan bû.