HATAY - Li Girtîgeha tîpa T a Îskenderûna Hatayê, girtiyê nexweşiya pençeşêrê Muhsin Kizilkan ku rakirin nexweşxaneyê rewşa wî giran e.
Li Girtîgeha tîpa T a Îskenderûna Hatayê, girtiyê nexweşiya pençeşêrê Muhsin Kizilkan ji ber dermanê wî nedan wî di 5'ê Tîrmehê de rakirin nexweşxaneyê. Kizilkan, rakirin Nexweşxaneya Dewletêya Îskenderunê. Kizilkan ku li nexweşxaneyê şandin beşa venêrtina zêde, rewşa wi giran e. Hat diyar kirin ku malbata Kizilkan ji bo wî bibînin çûn nexweşxaneyê, lê dozgeriyê destûr nedaye malbatê. Malbatê dîsa serî li dozgeriyê dan û xwestin ziyaret bikin lê dîsa dozgeriyê destûr nedan. Malbatê anî ziman ku rewşa Kizilkan hêj giran e û ji rewşa wî bi fikar in.