STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên bi armanca piştgirî dayîna ODTU, duh xwestin li Kadikoyê çalakî lidar bixin û hatin astengkirin, peyama “Ji bo ku dengê azadî û wekheviyê ya li zanîngehan neyê birîn, emê dengê xwe bilindtir bikin” dan.
Xwendekarên zanîngehê yên li Stenbolê, bi armanca piştgirî dayîna ODTU duh xwestin li Kadikoyê çalakiyê lidar bixin, lê xwendekar hatibûn binçavkirin, rastî zextan hatibûn û çalakiya wan hatibû astengkirin. Xwendekaran li ser vê yekê îro li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎDH) civîna çapemeniyê lidar xistin. Gelek xwendekar beşdarî civînê bûn û pankarta “Zext dê nekarin me têk bibin” bi salonê ve kirin. Li ser navê xwendekaran Dogan Nûr ê li Kadikoyê rastî lêdana polîsan hat, daxuyanî da.
Nûr, diyar kir ku AKP bi hevkariya qeyûmê Rektor Verşan Kok re, dixwaze yûrta KYK li ODTU’yê ava bike û wiha axivî: “Rektorê qeyûm ev 55 rojin xwendekarên ODTU yên li dijî avakirina yûrta KYK’ê derdikeve tehdît dike. Lê ligel vê jî xwedekaran xwe bi rêxistin kirin û li ber xwe didin. Ji duh ve polîs bi TOMA’yan êrîşî berxwedana li Kavaklik berdewam dike, dikin. Xwendekaran derp dikin û gaza îsotê bera wan didin. Mamosteyên me binçav kirin û gelek dar jê kirin. Lê niha di encama têkoîna hat dayîn de jêkirina daran rawestandin.”
‘EMÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Nûr, dest nîşan kir ku ewê piştgiriyê ya xwe ji bo ODTU berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya heyî û alîgirên wê, dixwaze hemû tiştên xweşik ji holê rabike û paqij bike. Lê emê li dijî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku dengê wekhevî û azadiyê yê di zanîngehan de ku hêmana herî zindî ya mûxalefeta civakiye neyê birîn, em ê dengê xwe bilindtir bikin