ENQERE - 10 meh cezayê girtîgehê bi hinceta heqaret li serokkamariyê kir dan Mûstafa Dogan ê kurê xwe Guney Dogan di Komkujiya 10’ê Cotmehê de winda kiri bû.
Derbarê Mûstafa Dogan ê di êrîşa xwekujiya DAIŞ’ê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Enqerê rû da de kurê xwe Guney Dogan winda kir, ji ber ku danişîna biryarê ya komkujiyê rexne kir, bi hinceta “Heqaret li serokkomariyê kirin” doz lê hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqerê hat dîtin. Mûstafa Dogan û parêzera wî Atiye Eren di danişînê de amede bûn. Piştî danasîna nasnameyan, dadgehê dest bi danişînê kir. Dest pê kê Dogan parastin kir. Bav Dogan îfadeya xwe ya berê dabû dubare kir.
PARÊZER: DIVÊ SIYASETMEDAR QEBÛL BIKIN
Dûre parêzera Dogan Atiye Arikan, parastin kir û wiha got: “Ez tevlî şahid û bersûc dibim. Mafê her mirovekê heye ku mafê xwe yê rexneyê bi kar bîne. Divê siyasetmedar vê yekê qebûl bikin. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”
Dadgehê piştî naberek kurd, biryara xwe aşkere kir û Ji bo Dogan 10 meh cezayê girtîgehê birî.