ENQERE - Rêxistinên Civakî yên Sivîl û sendîkayan ji bo ODTU'yê daxuyaniyek hevpar da û banga bidawîkirina xebatên derveyî qanûnan ên li dijî ODTU'yê kirin.
Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) 40 donim erdê ku darê hewran lê hatine çandin, ji bo 49 salan dewrî Saziya Wargeha û Krediyê (KYK) hatiye kirin û ji duh serê sibehê ve ji bo projeya wargeha KYK'ê darên hewran ên lê tên çinîn. Çinîna daran piştî hevdîtina bi Rektorê zanîngehê Verşan Kok re hatibû rawestandin. Nûnertiya Herêma Enqereyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Lîjneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB İKK), Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) û Odeya Jimêryarên Serbest û Rawêjkarên Malî (ASMMMO) ji bo çinîna darên li ODTU'yê li Yekitiya Milkiyan civîneke çapameniyê ya hevpar li dar xistin. Li ser navê saziyan Sekreterê TMMOB ÎKK'ê Ozgur Topçû daxuyanî da.
BANGA BIDAWÎKIRINÊ
Topçû têkoşîna xwendkar û akademîsyenên zanîngehê ya 55 rojan bi bîr xist û diyar kir ku di bin dorpêça polisan de bi sedan dar hatine birîn û wiha got: "Em vê êrîşkariyaa ku xwendekar û wergeha zanîngehê ji xwe re kir hedef şermezar dikin. Armanca lêkirina wargeha KYK'ê mudaxaleya nasnameya pêşverû, ronakbir, şoreşger, azadîxwaz û demokratîk a ODTU'yê ye. Ji sala 1970'yî ve desthilatên siyasî dixwazin ODTU'yê bikin bin kontrola xwe û vê rêbazê ji xwe re weke fersend dinirxînin. Pêvajoya heyî hem mudaxaleyî xweseriya îdarî ya ODTU'yê dike û hem jî bi her awayî li dijî mewzûata îmarê ye. Dîsa ji bo rawestandina înşaetê serlêdanên ku li Walîtiya Enqereyê hatiye kirin, hatine paşguhkirin." Topçû herî dawî banga bidawîkirina xebatên derveyî qanûnan ên li dijî ODTU'yê kir.