ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Şaredariya Şirnexê Îsmaîl Kabûl ê AKP’î ji partiya xwe îstîfa kir.
Hikumeta AKP’ê di dema hilbijartina herêmê ya 31’ê Adarê de, bi hezaran polîs, leşker û cerdevan li navenda Şirnexê bi cih kirin û wisan şaredarî qezend kir. Endamê Meclîsa Şaredariyê Îsmaîl Kabûl ê AKP’î ji partiya xwe îstîfa kir, da xuya kirin ku ew ê weke endamê meclîsê yê serbixwe xebatên xwe bi rêve bibe.