RIHA - Dîlan Îzol a li Sîweregê di şerê erd de dayik, bav û xizmên xwe winda kir û bû şahidê bûyerê, bang li raya giştî kir û got: “Ger em jibîr bikin emê dîsan wehşetê bijîn.”
Di 15'ê Hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Siwereg a Rihayê ji ber nîqaş û rageşiya li ser erd Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatibûn kuştin. Di ser bûyerê re mehek derbas bû.
Keça Zozan û Hakki Îzol ên jiyana xwe ji dest dan Dîlan Îzol a kuştina 6 kesan, dema bûyerê girt kamerayê û bû şahidê bûyerê, xwest ku komkujî neyê jibîr kirin.
ÊŞA WAN Ê GERME
Dîlan Îzol a dayik, bav, pismam û jirmama xwe di bûyerê de winda kir, anî ziman di ser bûyerê re 23 roj derbas bûn û wiha got: “Êşa me hîna mîna roja ewil germe. Ji ber ewlekariya canê xwe em necarin ku li cihek cuda bimînin. Me dexil û danên xwe rakirin. Aliyê din jî, bi polîs û cendirmeyan re repalehiya erdên xwe kirin.
‘EZ DIXWAZIM BÊN CEZAKIRIN’
Dîlan Îzol, diyar kir ku niha 6 kes girtîne û wiha bilêv kir: “Ji ber ku biryara veşartinê danîne ser dosyeyê, tu agahiyên me ji pêşketinên di dosyeyê de tune ye. Ger pêşketinek çêbe jî, ji ber biryara veşartinê kesek tiştek ji me re nabêje. Emê heya dawiyê xwedî doza xwe derkevein. Divê tişta kirin ji wan re nemîne. Em dixwazin kesên ev bûyer pêk anîn bên cezakirin.”
‘JIBÎR NEKIN’
Îzol, xwest ku ev bûyera li Sîweregê rû da, neyê jibîr kirin û ev tişt gotin: “Ez naxwazim ku mirov vê bûyerê ji bîr bikin. Ji ber ku ev tişteke ku bê jibîr kirine. Ger em çavên xwe ji vê bûyerê re bigirin û jibîr bikin, emê heman wehşetê carek din bijîn. Ev bûyer pêk hat, ger ji wan re bimîne, dê sibe ne dusibe were serê hinek kesên din. Ger pêşiya kesên ev bûyer pêk anîn neyê girtin, teqez heman bûyer dê cardin bê jiyîn. Ji ber vê em dixwazin a pêwîst bê kirin, kesên ev wehşet pêk anîn yek bi yek bên cezakirin û cezayên giran ji bo wan bên dayîn. Em ji hemû raya giştî dixwazin ku piştgiriya me bikin û li pişt me bin.”