MELETÎ – Li Meletiyê rêveberên Komeleya Piştevaniya Civakî ya bi KHK’ê hat girtin û serokê PSAKD’ê hatin binçavkirin.
Li Meletiyê polîsan avêt ser malên rêveberên Komeleya Piştevaniya Civakî ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Di serdegirtina malan de Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Latîfe Ulutaş û hevjînê wê Îbrahîm Ulutaş û Hasan Kaya hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku derbarê Orhan Sever de jî biryara binçavkirinê heye, lê ji ber ku Sever li derveyî welate nehat binçavkirin.