QAMIŞLO - Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku karê serêkê yê dewletên navnetewî ew e ku ji milên siyasî ber bi hiqûqî ve herin û xwest dewletên navneteweyî erka xwe ya hiqûqê pêk bînin û herêmê nas bikin.
Komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo pêk hat. Bi sedan kesan ji bo nîqaşa dadgehkirina DAIŞ’ê kom bûn. Yek ji beşdarên komxebatê Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrice Franceschi, tekildarî dadgehkirina DAIŞ’ê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: “DAIŞ li vê herêmê hat têkbirin û divê li vir jî bê darizandin.” Patrice Franceschi anî ziman ku lidarxistina komxebatên bi vî awayî ji bo nasîna herêmê gelekî girîng e û got: “Rewşa herêmê ya jêopolîtîk û giştî di komxebatê de tê giftûgo kirin. Divê çaresêriya pirsgireka DAIŞ’ê bê dîtin. Tevlîbûna kesên navdar û biyanî ji vê komxebatê re tê wateya ku DAIŞ ne tenê mijara QSD’ê yan jî herêmê ye, ev mijarek cîhanî û mirovahiyê ye.”
Franceschi destnîşan kir ku divê DAIŞ li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê bê darizandin û wiha pê de çû: “DAIŞ li vê herêmê hat têkbirin. Hemû komkujî û kiryarên li dijî mirovahî li vir pêk anîn. Hemû delîl û belgeyên binpêkirinên mafê mirovan yên DAIŞ’ê li virin. Ev aliyên siyasî ne, divê aliyên hiqûqî jî pêk werin.”
‘TIRKIYE ÎRAN DESTEKE DIDIN'
Franceschi diyar kir ku têkbirin DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de nayê wateya tinebûna wê û wiha axivî: “Şaneyên razayî û birdoziya wan hin jî berdewam dike. Ji bo aramiya herêmê bê hilweşandin dewleta Tirk, Îran û rejîma Sûriyê destekê dide şaneyên razayî yên DAIŞ’ê. Ji bo tinekirina wan jî divê cureyek din yê têkoşînê destpê bike. Ev pêvajoya derbaskirina aliyên siyasî ber bi hiqûqî ve ye. Pirsgireka herêmê ne tenê dadgehkirina DAIŞ’ê ye. Polîtîkayên Tirkiyê û rejîma Sûriyê jî li ser herêmê hene. Ev jî xeteriyek e.”
‘DIVÊ DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ HERÊMÊ NAS BIKIN'
Franceschi erkê dewletên navnetewî bi bîr xist û wiha got: “Karê herî serêkê yê dewletên navnetewî ku ji milên siyasî ber bi hukukî vê here, ye. Divê ev dewlet erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Divê êdî herêmê nas bikin. Sûcên ku li Efrînê tên kirin jî wê werin dadgeh kirin û ti sûc bê ceza namîne."