6 roj şûnde hayê emniyetê ji mirina Dayika Taybet çê bûye!

  • rojane
  • 09:41 22 Mijdar 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Lêpirsîna der barê mirina Dayika Taybet ku di qedexeya derketina derve de li Silopiyayê 7 rojan cenazeyê wê li kuçeyê ma didome. Muduriyeta Polîsan a Navçeyê, di nîvîsa ku ji dozgeriyê re şand de angaşt ku piştî 6 rojan şûnde ew hay ji bûyerê çê bûne. 

Hîn jî lêpirsîna der barê mirina dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlandkirin de, hat kuştin û 5 rojan cenazeyê wê li nêv kuçeyê me didome. Di dosyeya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve tê meşandin de raporên otopsî, lêkolîna cihê bûyerê û lêkolîna balîstîkî cih digirin. 
 
EMNIYET: 6 ROJ ŞÛNDE HAYÊ ME JÊ ÇÊ BÛ 
 
Dozger ji Muduriyeta Polîsan a Navçeyê xwest ku der barê bûyerê de bersivekê bide. Emniyetê di bersiva xwe de derpêş kir ku piştî 6 rojan şûnde ew hay ji bûyerê çê bûne. Emniyetê anî ziman ku piştî leşkeran gotiye kesek li erdê dirêj kiriye ew çûne cihê bûyerê û ji ber xendek û barîkatên li ser rê wan li cihê bûyerê lêkolîn nekirine. Emniyetê di bersiva xwe de diyar kir ku ji ber ewlehiya polîsan wan nikaribûye lêkolînê bike. Lê belê, hêjayî gotinê ye ku çawa çê dibe li gel evqas nûçe û daxuyaniyên ji bo Taybet Înanê hatin dayîn jî, hayê emniyetê jê tune bûye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê jî, di bersiva ku der barê lêpirsînê da Wezareta Dadê de diyar dike ku Taybet Înan û tiyê wê Yûsûf Înan (53) sal di dema qedexeyê de derketine derve û di nav pevçûnê de mane û mirine. Dozgeriyê di bersiva xwe de derpêş kir ku hêzên dewletê ew nekuştine, ji ber di nav pevçûna hêzên dewletê û endamên rêxistinê de mane mirine. 
 
RAPORA PISPORAN: NEHAT DIYARKIRIN KU PERÇE AÎDÎ KÎJAN ÇEKÊ NE 
 
Di dosyeyê de rapora pisporan a ku ji aliyê Gerînendetiya Laboratûara Polîsan a Krîmînalê ya Amedê ku der barê du perçeyên ji canê Dayika Taybetê derketin de jî di dosyeyê de cih digirin. Di raporê de tê diyarkirin ku nehatiye hînbûn ku perçeyên metalî aîdî kîjan çekê ne. 
 
10 GULE LI CANÊ WÊ KETIN! 
 
Li gor rapora otopsiyê ya di dosyeyê de cih girtiye jî, hatiye tespîtkirin ku 10 gule li canê Taybet Înanê ketine. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku 7 gule jî li canê Yûsûf Înan ketine. 
 
MA / Cihan Olmez

Sernavên din

22/11/2017
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin
16:53 Malên Elewiyan ên Meletiyê îşaret kirin
16:28 ‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'
16:27 Hevserokê SES'ê Ozturk serbest hat berdan
15:39 250 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdan bikin
15:36 Polîsan îfadeyên bi nakok dan: Bersûc nas dike, şahid nas nake
15:19 Cenazeyê HPG’î Kaplan 75 roj şûnde hat definkirin
15:13 Polîsan hemû çalakvanên Yukselê binçav kirin
15:02 Ji bo jinên girtî kartên 25’ê Mijdarê şandin
14:44 Di 365 rojan de 365 mafên zarokan hatin binpêkirin
14:21 ÎHD: Îşkence li parêzer Îsteklî kirine
14:10 ‘Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser jinê ye’
14:02 Beriya Zarrab îtîraf bike Îbrahîm Kalin mikur hat
13:56 Rojnameger Keleş: Hatim berdan lê ne azad im
13:33 Cezayê Encu yê ‘propagandayê’ vedigerînin 'endamtiyê'
12:45 ‘Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê em ê têbikoşin’
12:41 Cezayê pere yê li Keskîn hat birîn bû 105 hezar TL
12:08 'Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne'
11:59 HDP: 900 DAIŞ'î çûn ku?
11:28 Malbatên 10’ê Cotmehê: Heya kujer bên darizandin em ê têbikoşin
11:13 Aksunger ê CHP'î: Di nava rêxistina Zarrab de mirovên Erdogan hene
11:10 Li girtîgehê jiyana Hz. Muhammed ‘bi taloke û mustehcen’ hat dîtin
11:09 Jinên li Stenbolê: Em bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin
11:02 Rojanameya binpêkirinên li Tîpa F a Kirikkaleyê nivîsî hat desteserkirin
10:38 Îdiayeke girîng: Li Enqereyê amadekariyên piştî çûyîna Erdogan tên kirin
10:20 Herî zêde pêşniyarpirsên HDP’ê hatin redkirin
10:12 M.B: Polîsan ez di nava rê de derb kirim
10:11 Soza hilbijartinê bû, lê hat jibîrkirin
09:46 ‘Tawana cam bedewiya Kela Behlul Paşa xera kir'
09:43 Şer li Qerqamişê betalî û koçberî zêde kir
09:43 Karkerê 12 salî: Ji bo xeyala xwe dixebitim
09:42 Tirên, gar, behr, keştî û pirtûk li gel hev in
09:41 6 roj şûnde hayê emniyetê ji mirina Dayika Taybet çê bûye!
09:33 Bi atolyeyê xêzkirina wêneyan fêr dikin
09:33 Evîna 40 salan: Kevok
09:29 Ocalan: Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibin
09:28 Rojava ji bo cîhanê dibe mînak: Kota rabû temsîlyeta wekhev heye
09:21 Li Colemêrgê di 2 salan de 132 nexweşên penceşêrê zêde bûn
09:20 Jinên karker: Li malê zextên mêr, li zeviyê zextên çawûş
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2017'AN
07:25 Harîrî vegeriya Lubnanê
21/11/2017
18:47 Hevserokê HDP’ê yê Mahsertê hat girtin
17:37 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde hatin berdan
15:41 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde derxistin dadgehê
15:16 11 cenaze li goristana bêkesan hatin definkirin
14:46 Têkildarî teqîna Mêrsînê 3 kes hatin girtin
14:45 KESK: 21 hezar û 409 jin hatin îxrackirin
14:24 Li ser kevirê goran navê nasnameyê jî jê birin
14:08 Îrmez: Dê ji ber bêhurmetiyê lêborîn bê xwestin
13:57 Dozger: Hatiye darpkirin lê sivik e
13:08 Malên êzidiyan mohr kirin û gef li wan xwarin
13:02 Li 12 gundên Farqînê qedex rabû lê gundî bi fikar in
13:01 Malbatên DAIŞ’ê: Weke ku biçin çarşiyê di sînor re derbas kirin
12:33 3 sal û mehek ceza dan rojnameger Guven
12:15 Ji bo zarokan jî carnan tiştên baş dibin!
11:48 Doza aktîvîsta TJA Ata hat taloqkirin
11:36 Parêzerên Ocalan cara 706’emîn serî li dozgeriyê dan
11:31 Niha jî Sûr kirin qada tiryak û fihûşê
11:24 Dadgehê xwest doza Demîrtaş neqlî bajarekî din bikin
11:23 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt
11:22 Dema dixwazin dibe: Cenazeyê Eroglu di rojekê de dan
10:58 Dîmenê polîsan Soylu derewand: Êrîşkar 'ermenîno' diqîrin
10:22 Yegîn: Li Katalonyayê grev diyarker in
10:21 Li Pasûrê qedexe hat rakirin
10:21 Navenda Jinên Ciwan a Şehît Bêrîvan a Şengalê vebû
09:30 Hîn jî kebaba eşqiyayan ango kebab caxê tercîha ewilîn e
09:29 Di 24 salan de 11 caran hat sirgûnkirin
09:05 Polîsan sîxurtî lê ferz kir: Em nabêjin neçe HDP’ê, lê alîkariya me bike
09:05 Bi salan keça xwe parast, lê nikaribû…
09:04 Kovar û cilûbergên gelêrî kirin delîla ‘endamtiya rêxistinê’
09:03 Rojnamegeriya ji Dêra Zorê: Armanca me ya sereke jin e
09:02 ‘Herî zêde jin di parastina dewletê de tên kuştin’
09:02 Ji bo bêhna berê ji firingiyan bê, tovê herêmî belaş belav dikin
09:01 Bazidî: 5 meh derbas bûn, lê hîn jî peykerê Xanî nehatiye bicihkirin
09:00 ROJEVA 21'E MIJDARA 2017'AN
20/11/2017
19:02 Serokê AKP’ê yê Mêrdînê îstifa kir
16:23 Encamên Pêşbirka Wêneyan a Onkol aşkera bû
16:09 TDÎ: Ferzkirina nasnameya li ser girtiyan didome
15:42 'Divê mafên zarokan bên parastin'
15:31 Xizmên girtiyan: Dozger fermana îşkenceyê da
15:01 Yildirim: Çiqas 27'ê Mijdarê nêz dibe tirsa hikûmetê zêde dibe
15:00 ÎHD: 135 hezar û 517 zarok teşwîqî sûc kirin
14:42 Polîsan 5 çalakgerên Yukselê binçav kirin
14:32 ‘Zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin’
14:18 Ji CÎSST û TCPS'ê rapora zarokan: Binpêkirin herî zêde li Sincanê ye
13:50 Lavrov: Temsîla hemû beşên li Sûriyeyê girîng e
12:45 Maşîneya zirxî hestiyên wê şikand
12:35 Karkerê 8 rojin di grevê de ye: Çima 270 karker ji kar derxistin?
12:29 Dadgeha Federal a Iraqê biryara betalkirina referandûmê da
11:45 'Mafê zarokên girtî nayê naskirin'
11:13 Doza Rojnameger Keleş û Aslan sibê ye
11:01 Polîsên 4 sal berê li zarokê 8 salî îşkence kirin hêj serbest in
10:40 Ekolojîst: Ekosîstemê dewrî sermayeyê dikin
10:09 Dadgehê cezayê zarokan xera kir
09:19 'LGBTÎ li her qadê rastî cudakariyê tên'
09:18 Hişyariya qanûna Torbe: Dê derya bibin çol û perav dûr bikevin
09:17 Bertek nîşanî rûxandina goristanan dan: Tehemula hestiyên me jî nakin
09:16 Kujerên Kaymaz bi 13 guleyan kuştin 13 salin serbest in
09:15 Dadger di kuştinên jinan de ‘daxistinên zilamtiyê’ pêk tîne