6 roj şûnde hayê emniyetê ji mirina Dayika Taybet çê bûye! 2017-11-22 09:41:39 ŞIRNEX – Lêpirsîna der barê mirina Dayika Taybet ku di qedexeya derketina derve de li Silopiyayê 7 rojan cenazeyê wê li kuçeyê ma didome. Muduriyeta Polîsan a Navçeyê, di nîvîsa ku ji dozgeriyê re şand de angaşt ku piştî 6 rojan şûnde ew hay ji bûyerê çê bûne.  Hîn jî lêpirsîna der barê mirina dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlandkirin de, hat kuştin û 5 rojan cenazeyê wê li nêv kuçeyê me didome. Di dosyeya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve tê meşandin de raporên otopsî, lêkolîna cihê bûyerê û lêkolîna balîstîkî cih digirin.    EMNIYET: 6 ROJ ŞÛNDE HAYÊ ME JÊ ÇÊ BÛ    Dozger ji Muduriyeta Polîsan a Navçeyê xwest ku der barê bûyerê de bersivekê bide. Emniyetê di bersiva xwe de derpêş kir ku piştî 6 rojan şûnde ew hay ji bûyerê çê bûne. Emniyetê anî ziman ku piştî leşkeran gotiye kesek li erdê dirêj kiriye ew çûne cihê bûyerê û ji ber xendek û barîkatên li ser rê wan li cihê bûyerê lêkolîn nekirine. Emniyetê di bersiva xwe de diyar kir ku ji ber ewlehiya polîsan wan nikaribûye lêkolînê bike. Lê belê, hêjayî gotinê ye ku çawa çê dibe li gel evqas nûçe û daxuyaniyên ji bo Taybet Înanê hatin dayîn jî, hayê emniyetê jê tune bûye.    Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê jî, di bersiva ku der barê lêpirsînê da Wezareta Dadê de diyar dike ku Taybet Înan û tiyê wê Yûsûf Înan (53) sal di dema qedexeyê de derketine derve û di nav pevçûnê de mane û mirine. Dozgeriyê di bersiva xwe de derpêş kir ku hêzên dewletê ew nekuştine, ji ber di nav pevçûna hêzên dewletê û endamên rêxistinê de mane mirine.    RAPORA PISPORAN: NEHAT DIYARKIRIN KU PERÇE AÎDÎ KÎJAN ÇEKÊ NE    Di dosyeyê de rapora pisporan a ku ji aliyê Gerînendetiya Laboratûara Polîsan a Krîmînalê ya Amedê ku der barê du perçeyên ji canê Dayika Taybetê derketin de jî di dosyeyê de cih digirin. Di raporê de tê diyarkirin ku nehatiye hînbûn ku perçeyên metalî aîdî kîjan çekê ne.    10 GULE LI CANÊ WÊ KETIN!    Li gor rapora otopsiyê ya di dosyeyê de cih girtiye jî, hatiye tespîtkirin ku 10 gule li canê Taybet Înanê ketine. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku 7 gule jî li canê Yûsûf Înan ketine.    MA / Cihan Olmez