ENQERE - HDP'ê bi balkişandina ser nakokiyên gotar û pratîka AKP'ê, di bin avê de hiştina Heskîfê bi bîr xist û şerh danî ser qanûna bagê ya bi îmzeya AKP'ê ya ji bo avakirina Ajansa Pêşxistin û Nasîna Turîzma Tirkiyeyê.
Pêşniyar qanûna "Ajansa Pêşxistina Nasîn û Turîzma Tirkiyeyê" ku bi îmzeya parlamenterên AKP'ê pêşkêşî Meclisê hat kirin, dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nirxandin. Pêşniyar qanûn ji bo avakirina Ajansa Pêşxistina Nasîn û Turîzma Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin. Li gorî vê yekê dê ajans xebatên nasîna turîzmê, stratejiya pêşxistina têkildarî bazara turîzmê, nasîna derfetên turîzmê ya ji bo cihanê û hedefên Tirkiyeyê yên turîzmê bimeşîne. Her wiha bi ser dahata ji xebatên tûrizmê dê ajans "para turîzmê" ji nûnerên sektora turîzmê ku bigire û ji Qanûnên Îhaleyên Cemariyê û Sayiştayê mûaf bê girtin.
'LI ŞÛNA AJANSÊ DIVÊ DESTPÊKÊ AŞÎTÎ PÊK BÊ'
Pêşniyar qanûna ku ji 13 xalan pêk tê dê îro li Meclisê hevdîtinên wê dest pê bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerha muxalefetê danî ser pêşniyar qanûnê. HDP'ê di şerha xwe diyar kir ku bi avakirina ajanseke serbixwe dê wezareta çand û turîzmê bê wate bike. HDP'ê di bin avê de hiştina Heskîfê bi bîr xist û diyar kir ku di gotar û pratîka AKP'ê de nakokî hene û wiha got: "Li aliyekî qala berhemên dîrokî tê kirin û bi wan pêzin tê dayîn li aliyekî jî ji bo dahata 50 salan mîrateya medeniyetê Heskîf di bin avê de tê hiştin. Ji bo tunekirina van berhemên dîrokî her roj qanûn tên derxistin."
Di berdewamê de jî HDP'ê bal kişand ser têkiliya di navbera turîzm û aramiyê de û ev tişt anî ziman: "Di binasiya pêşniyarqanûnê de hatiye diyarkirin ku dê bi avakirina ajansê dê tûrîzm ji şerîda xerax bê derxistin û li hemû welat bê berbelavkirin. Ji bo vê yekê destpêkê li şûna ajansê divê li welat aşîtî pêk bê. Nifteya berbelavkirina turîzmê ya seranserê welat bi aşîtiyê pêkan e."