ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê li wan ferz dikin ku porê wan di korîdorê de biqûsînin, ji ber ku doşek tuneye li erdê radizin, pirtûkên kurdî û hin rojnameyan nadin wan.
Girtiyên siyasî yên li qawîşa A-10 a Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimînin, diyar kirin ku zextên li girtîgehê her ku diçe zêdetir dibin û debarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de bi navbeynkariya parêzeran ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Êlihê re şandin.
‘MAFÊN ME YÊN QANÛNÎ TÊN XESPKIRIN’
Girtiyan di nameya şandin de ev agahî dan: “Gelek caran me rojnameyên Yenî Yaşam, BîrGun û Evrenselê ji rayedarên girtîgehê xwestin, lê ligel hemû daxwazên me jî, bêyî ku tu hincetê nîşan bidin nedan me. Hîna jî vê helwesta xwe dewam dikin. Ev nêzîkatiyeke keyfî ya rêveberiya girtîgehê ye. Kinc, pirtûk û amûrên bi kargoyên ji bo me tên, çend me şûn de didin me.”
‘DEST DATÎNIN SER PIRTUKÊN KURDÎ’
Girtiyan darbarê nedayîna pirtûkên Kurdî de jî, ev tişt gotin: “Li gorî peymana navneteweyî ya Komara Tirkiyeyê qebûl kiriye, hemû kes dikare bi zimanê xwe bi axive, bixwîne, binivîse û perwerdeya wê bibîne. Ev weke maf tê nas kirin. Dîsan li zanîngehan perwerdeya Kurdî tê dayîn û rayedarên dewletê dibêjin ku li pêşiya Kurdî tu astengî nemaye. Lê rayedarên vê girtîgehê, weke ku di serdema Kenan Evrende dijîn, bi awayekê keyfî tevdigerin û mafê me yê ziman binpê dikin. Bi hinceta kurdî zimanekê nayê zanîn û nayê fêm kirin, pirtûkên kurdî yên li ser navê me tên girtîgehê deste ser dikin û vî mafê me yê bingehîn xesp dikin.”
‘DI KORÎDORÊ DE POR QÛSANDINÊ LI ME FERZ DIKIN’
Girtiyan, dan zanîn ku di girtîgehê de cihê por qûsandinê heye û wiha gotin: “Li hemû girtîgehan cihên por qûsandinê heye. Lê rayedarên girtîgehê, por qûsandina di korîdorê de ferzî me dike. Ev nêzîkatiyek keyfiye, bi vê dixwazin rûmeta mirovan bişikînin û ne li gorî nirxê exlaqî yê mirovane. Ji ber ku me ev pêkanîn qebûl nekir, ev 3 mehin me porê xwe neqûsandiye. Mablatên hin girtiyên ji heman malbatê, di dema hevdîtinê de ji bo du girtiyên xizmên hev di heman hevdîtinê de nebînin, bi saetan derve tên rawestandin.”
‘GIRTÎ LI ERDÊ RADIZIN’
Girtiyan, di dawiya nameya xwede wiha got: “Doşek û rûdoşekên paqij nadin me. Ji ber vê hin girtî bi rojane li erdê radizin. Dema ku em daxwaza van pêdiviyan dikin jî, dibêjin tundiye, gilî bikin. Em dixwazin ku derbarê rayedarên girtîgehê û berpirsiyaran de lêpirsîna hiqûqî bê destpêkirin.”