MÊRDÎN – Serdal Yildirim ê girtî rapora wî ya 93 jis edî ya berastengiyê heye û ATK'ê ji bo wî got: "Nikare bi tena serê xwe bijî." Lê belê, dadgehê ji bo serlêdana ji bo berdana wî got, ne di warê maddî ne jî manewî de tu talûkeyeke wî tune ye.
Serrdal Yildirim, di sala 2010'an de li Qoser a Mêrdînê qezayek derbas kir û ji ber vê qezaya trafîkê 98 ji sedî bû astengdar û mehkûmî ereboka biteker bû. Lê belê bi hincera tev li çalakiyên HDP'ê bûye, di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "kes li rêxistinê zêde kirine" doz lê hat vekirin û hat xwestin 12 sal ceza lê bê birîn. Piştî cezayê lê hat birîn hat pesendkirin di 30'yê Kanûna 2018'an de hat girtin.
Parêzerê Yildirim, ji bo muwekîlê wî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bê berdan serî li Dozgeriya Înfazê da. Ji bo vê îtirazê Navenda Rehabîlîtasyonê ya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ji bo Yildirim raporek amade kir. Di raporê de wiha hat gotin. "21 roj in li saziya me ye, lê belê çavdêriya me ew e ku hikumxwar tev li tu fealiyetên rêxistnî nebûye. Li gor pîvanên saziya me tev geriyaye. Lê belê ji ber demeke kurt li cem me maye nehatiye tespîtkirin ku ka ji ber sûcê kiriye poşman ne yan na. Di qeydên me de dixuyê ku der barê wî de tu lêpirsînên dîsîplînê û ceza tune ye."
LI GOR EMNYET Û QEYMEQAMTIYÊ 'JI BO CIVAKÊ KESEKÎ TALÛKE YE'
Lê belê Desteya Îhtîsasê ya 3'yan a Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ji bo tenduristiya Yildirim raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û ji bo vê xwest Qeymeqamtiya Qoserê û Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê fikrên xwe bêjin. Emniyet û qeymeqamtiyê jî îdiakirin ku "dibe ji bo civakê talûke be." Li ser vê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê jî serlêdana ji bo berdana wî red kir.
Bi hinceta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê nikare li Yildirim binere, wî şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ku li vê girtîgehê "Navenda Rehablîtasyonê" hatiye avakirin. Piştî vê parêzerê Yildirim ji bo bê berdan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. AYM'ê, serlêdana ji bo berdana Yildirim lêkolîn kir û ji Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê agahî xwest. Girtîgehê, got: "Personel û personelên tenduristiyê lê dinerin."
Piştî vê bersiva girtîgehê AYM'ê jî serlêdana ji bo berdana Yildirim red kir û di biryara xwe de got: "Tu atlûkeyeke wî ya cidî tune ye."
MA / Ahmet Kanbal