STENBOL – Şêniyên Taxa Şahîntepe ya Başakşehîrê, ji ber tiryaka li taxê belav bûye nerihet in. Şêniyên taxê, diyar kirin ku dewlet ji bo tiryakfiroş û tiryakêşan xwe li nedîtinê datîne.
Li Taxa Şahîntepe ya Başakşehîr a Stenbolê, her diçe tiryak zêde dibe û şêniyên taxê ji ber vê rewşê nerihet in.
Gonul Canbay ku di salên 90'î de tevî malbata xwe ji Bedlîsê koçî Stenbolê kir, diyar kir ku ciwanên taxa wan ketine nav pençikên tiryakê û ev ji ber vê rewşê pir diêşin. Canbay, anî ziman ku dewlet bi zanebûnî xwe li nedîtinê datîne û got: "Ma tiryaka li Şahîntepeyê nabînin? Pir aşker ye. Her kes dibîne, lê çima dewlet nabîne?" Canbay, destnîşan kir ku şêniyên taxê ji ber vê rewşê pir nerihet in lê belê ji ber ji tiryakfiroşan ditirsin nikarin tiştekî bikin û xwest dewlet di vî warî de gavina bavêje.
MIZGEF BÛNE WARGEHA TIRYAKÊŞAN
Serokê Komeleya Camîîyê ya li taxê Osman Kinali jî, destnîşan kir ku hewş û tuwaletên mizgeftan bûne wargehên tiryakê. Kinali, diyar kir ku cemaweta mizgeftê hewl dide rê li ber vê bigire lê nikare û got: "Li vira hejmara tiryakfiroşan pir zêde ye. Tim bi wesayîtên cuda tên. Li ber çavan bia wayekî aşkere tiryakê difiroşin. Ciwanên dikirin jî tên li vira vedixwin. Ji destê me tiştek nayê, tenê em gazî ambulansê dikin. Divê bê çareserkirin. Divê ev ciwan bên tedawîkirin û tiryakfiroş bên girtin."
KEYA: RÊ LI BER FIROTIN Û BIKARANÎNÊ NEHAT GIRTIN
Keyayê Taxê Huseyîn Ûçar jî, diyar kir ku li taxa wan li hemberî firotina tiryakê hin liv û tevgerên emniyetê hene, lê belê ev liv û tevger nikaribûne rê li ber firotina tiryakê û bikaranîna wê bigirin. Ûçar, diyar kir ku nêzî 2 sal berê li taxa wan qaleqol hatiye çêkirin, lê belê dîsa jî firotin û kirîna tiryakê didome û got: "Emniyetê notirvan bi cih kirin, dewriyeyên emniyetê zêde bûne, lê dîsa jît êf irotin. Ciwan li deverên tarî yên taxê, li mizfetê û tuwaletên mizgeftê tiryakê bi kar tînin."
Ûçar, destnîşan kir ku tiryakfiroşn tên binçavkirin jî dema dibêjin 'tenê bi akr tînim' tên berdan û got: "Em dixwazin evd er bibe cihekî ewle. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em dixwazin emniyetî bi ehr awayî têbikoşe. Em bang li malbatan dikin ku bi zarokên xwe re eleqedar bibin."