SÊRT- Şaredariya Sêrtê ji bo zarokan ber bi werzîşê ve teşwîq bike Dibistanên Havînê yên Werzîşê vekirin. Dibistan îro dest bi xebatê dikin. 900 zarokên temenê wan di navbera 6-14 salan de qeyda xwe li van dibistanan çêkirine û li van dibistanan wê zarok di 7 beşan de bên perwerdekirin.
Şaredariya Sêrtê, ji bo zarokan ber bi werzîşê ve teşwîq bike Dibistanên Havînê yên Werzîşê vekirin. Li van dibistanan wê zarok di warê avjenî, basketbol, futbol, jîmnastîk, bale, zûmba û folklorê de bên perwerdekirin. Heta niha 900 zarokên temenê wan di navbera 6-14 salan de qeyda xwe çêkirin û wê perwerdehî heta 9'ê Îlonê dewam bike.
Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê ûgûr Çakaz der barê van dibistanên navbirî da agahî parve kirin û diyar kir ku armanca wan ew e ku di serdemên betlaneyê de zarok ji tiştên xirab dûr bikevin û wan ber bi werzîşê ve teşwîq bikin. Çakaz, destnîşan kir ku ji bo civakîbûyîna zarokan zêdetir bibe wan ev dibistan vekirine û di dema qeydan de wan tercîhên zarokan esas girtine.
Çakaz, anî ziman ku eleqeya ji bo kursên futbol û basketbolê zêde ye û cara ewil e kursa baleyê hatiye vekirin û 40 kesî qeyda xwe çêkiriye. Çakaz, da zanîn ku ji bo dibistanên havînê yên werzîşê wan kontejanek diyar nekiriye.
Her wiha Çakaz, diyar kir ku ji ber eywana wan a werzîşê ya girtî tune bûye wan nikaribûye ji bo voleybol, hentbol û tenîsa kortê kursan bidin destpêkirin. Çakaz, anî ziman ku wna ji bo vê ji Walîtiya Sêrtê doza eywaneke girtî kiriye, lê belê walîtiyê nedaye wan.