DÎLOK – Ahmet Alî yê ji Helebê, ji ber wêneyên xwe yên ku di dema leşkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye de kişandin li ser medyaya civakî parve kiribû, li Dîlokê bi îdiaya "endamtiya YPG'ê" hatibû girtin. Piştî 3 mehên li girtîgehê Alî beraat kir.
Ahmet Alî yê ji Helebê, ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê diçe Sûriyeya Bakur û Rojhilat û li vira di çarçoveya leşkeriya mecbûrî de tev li nav refên Hêza Erka Xweparastinê dibe. Piştî leşkeriyê Alî tê Tirkiyeyê. Ji ber wêneyên xwe yên di dema leşkeriyê de kişandine li ser medyaya civakî parve kiriye pêşî tê binçavkirin û paşê tê girtin.
Bi îdiaya "endamtiya YPG'ê" der barê Alî de îdianame tê amadekirin. Lê belê piştî 3 mehên li girtîgehê Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Dîlokê der barê Alî de biryara beraatê da.
Parêzera Alî Ahmet Berîvan Ozpolat, diyar kir ku mirov ji bo ewlehiya xwe unîforma li xwe kirine û bi çekê nobet girtine, ev ji bo tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ne delîleke têrbar e. Polat, got: "Tenê delîlek heye, ew jî wêneyê muwekîlê min e ku di dema leşkeriyê de wêne girtiye. Wêneyê xwe jî li ser medyaya civakî parve kiriye û ji ber vê hatiye parvekirin. Ji ber muwekîlê min her tişt gotiye, dozger jî ew bi endamtiya rêxistinê tawanbar kiriye. Lê wexta em li gor herêma ku li dijî binirxînin, ji bo ewlehiyê leşkeriya muwekîlê min rewşeke xwezayî ye."