* Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Heke çareseriyek rasteqîn dixwazin, divê ku rast bin. Bi qanûnên heyî bi qasî serê derziyê pêşketin çênabe.”
* Ahmet Alî yê ji Helebê, ji ber wêneyên xwe yên ku di dema leşkeriya xwe ya li Sûriyeya Bakur û Rojhilat de kişandin li ser medyaya civakî parve kiribû, li Dîlokê bi îdiaya "endamtiya YPG'ê" hatibû girtin. Piştî 3 mehên li girtîgehê Alî beraat kir.
* Karkerên jin ên pelên mêweyan berhev dikin, bal kişandin ser şert û mercên giran ên karî. Kadriye Karaçay, got: "Tiştê bi dest me dikeve ancax têra pêdiviyên me dike. Di çandiniyê de tim ên zêde dixebitin karker in, lê ên qezenc dikin jî hin kesên din in."
* Hunermendê Kurd Elî Temel ku 25 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Her ku strana "Vaye PKK rabû" tê strîn Temel tê hişê mirov. Ev stran 35 sal in li ser zar û zimanê Kurdan e. Temel bi strana "Amed" bi hawar û qerîna dengê zindana Amedê.
* Hevşaredarên jin ên HDP'î behsa porjeyên xwe yên dê pêk bînin kirin. Hevşaredarên jin bilêv kirin ku saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm hatin girtin û pasîfkirin ji nû ve vedikin û wê xizmetên wan ên di vî warî de dewam bikin.
* Şaredariya Sêrtê ji bo zarokan ber bi werzîşê ve teşwîq bike Dibistanên Havînê yên Werzîşê vekirin. Dibistan îro dest bi xebatê dikin. 900 zarokên temenê wan di navbera 6-14 salan de qeyda xwe li van dibistanan çêkirine û li van dibistanan wê zarok di 7 beşan de bên perwerdekirin.
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Bismilê hatibû kirin hin erse, avahî û wesayîtên şaredariyê pevguherandbû û tahsîsî hin saziyan kiribû. Meclîsa Şaredariya Bismilê biryarên di dema qeyûm de hatin dayîn betal kirin. Lê belê qeymeqamê wekî qeyûm hatibû tayînkirin biryarên meclîsa şaredariyê qebûl nekirin û ji bo betalkirina wan serî li dadgehê da.
* Esnafên Bazara Ûris a Îdirê, destnîşan kir ku berpirsiyarê krîza aborî hikûmet e û gotin, êdî nikarin deynên xwe jî bidin û eger wisa dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin.
* Şêniyên Taxa Şahîntepe ya Başakşehîrê, ji ber tiryaka li taxê belav bûye nerihet in. Şêniyên taxê, diyar kirin ku dewlet ji bo tiryakfiroş û tiryakêşan xwe li nedîtinê datîne.
* Serdal Yildirim ê girtî rapora wî ya 93 jis edî ya berastengiyê heye û ATK'ê ji bo wî got: "Nikare bi tena serê xwe bijî." Lê belê, dadgehê ji bo serlêdana ji bo berdana wî got, ne di warê maddî ne jî manewî de tu talûkeyeke wî tune ye.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê li wan ferz dikin ku porê wan di korîdorê de biqûsînin, ji ber ku doşek tuneye li erdê radizin, pirtûkên kurdî û hin rojnameyan nadin wan.
* TGC, PEN Turkiye, TGS, DÎSK Basın İŞ, TYS, TURKYAYBÎR, HABER-SEN û ÇGD wê li Restoranta Rojnamegeran a Çagaloglu li dijî rapora SETA civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya berê Mizgin Irgat wê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza bavê Guney Dogan ê di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû Mustafa Dogan wê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereye bê dîtin. (10.30)
* Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknikê (ODTU) ya li dijî avakirina yurda KYK'ê didome.