AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, li ser hesabê medya civakî ya twîtterê li ser rewşa xwe agahî da û diyar kir ku niha polîsan ew li maşîna polîsan a binçavkirinê siwar kirine û şewirmendê wê binçavkirine.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê xwest îro saet di 18:00’an de bi dirûşma "Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê" li peş rêxistina HDP’ê ya Peyasê meşekê li dar bixe. Beriya meşê endam û rêveberên HDP'ê, parlamenter û bi sedan welatî li Parka Roboskê kom bûn. Bi sedan polîsên hêzên çevîk dora girsê pêça û destûr nedan meşê. Berî meş dest pê bike, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag ku xwest tev li meşa li Amedê bê li darxistin bibe rastî astengiyapolîsan hat. Polîsan ew bêyî daxwaza wê li maşîna polîsan suyar kirin. Dag, li ser hesabê medya civakî ya twîtterê li ser rewşa xwe agahî da û diyar kir ku niha polîsan ew li maşîna polîsan a binçavkirinê suyar kirine û şewirmendê wê binçavkirine. Dag, diyar kir ku polis destûr nadin ku ew ji maşînê dakeve û li gel wê 2 şêwirmendê wê jî hatin binçavkirin.
Piştî polîsan xwest Dag û şêwirmendên wê binçav bikin, parlementera HDP'î Salîha Aydenîz bertek nîşan dan û polîsê tê gotin Amîrê Şaxa TEM'ê ye Aydenîzê derb kir. .
Ji ber vê parlementer Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Semra Guzel û Remziye Tosûn li ser rê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî Dag û şêwirmendê wê hatin berdan, parlementer çûn avahiya partiyê û daxuyanî dan.