QAMIŞLO - Yek ji beşdarvanên komcivîna li Qamişlo hat lidarxistin Senatorê berê yê DYE’yî Thomas Garret, di warê xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Divê bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re li ser maseyê bê rûniştin.”
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja sêyemîn de dewam li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo berdewam dike. Komcivîn bi dayîna semîneran dewam dike. Senatorê berê yê Dewletên Yekbûyî yê Emerîka (DYE) Thomas Garret ê komarparêz, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Hin welat welatiyên xwe yên beşdarî DAIŞ’ê bûne paşve naxwazin.”
Garret, diyar kir ku ji bilî Rojava tu cihek din a baş nîne ku DAIŞ’î lê bên darizandin û wiha bilêv kir: “Lê li pêşiya vê jî hin astengiyên formal hene.”
NÊZÎKATIYA DYE Û KENY’Ê
Senatorê berê, da zanîn ku di komcivîna hat li darxistin de, diviyabû ku DYE bi aweyekê hin berfirehtir tevlî bibûya û wiha pê de çû: “Sedema vê jî ew ku, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) naxwaze komcivîna li vê derê bi serkeftî derbas bibe. Ev ji bo KENY şermek mezine. Ev hêz, ew hêzin ku DAIŞ’ê têk birine. Mirovên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn hene. Divê em malbatên wan bi rûmet bikin û edaletê bi cih bînin.”
PÊŞNIYARA TAYVAN
Garret, bal kişand ser darizandina DAIŞ’iyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha rêz kir: “Li gorî min ev pir girînge. Mijara otonomiya Tayvanê, ji bo gelek welatan bûye bingeha îlhama gelek welatan. Di nava Sûriyeyê de, mijara rêveberiyek xweser mînaka herî baş a Tayvanê ye. Mînak li Kurdistana Iraqê, heya astekê xwesertiyek heye.”
‘JI BO XWESERTIYÊ DIVÊ BI MSD’Ê RE LI SER MASEYEKÊ BÊ RÛNIŞTIN’
Garret, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li vê derê mirovan li dijî dijmînin xwe şer kirin û bedel dan. Ji bo ku xweseriya xwe ava bikin ev yek kirin. Li gorî min a rast ji bo xweseriyê divê bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re li ser heman maseyê bê rûniştin û di vî warî de aktorên din bê qane kirin.”
‘DAIŞ, PIRSGIRÊKEK NAVNETEWEYÎ YE’
Yek ji beşdarvanên komcivînê Endamê Xebata Navenda Tundiya Zêde ya Navneteweyî Adrîan Shajkovcî jî, derbarê girîngiya komcivînê de axivî û wiha got: “Di komcivînê de çi encam derbikeve, bila derbikeve, di encamê de hêzên QSD’ê berpirsiyartiya bi hezaran DAIŞ’î girtine ser xwe. Pirsgirêka DAIŞ’ê, bi awayekê pir vekirî pirsgirêka navneteweyî ye. Ji ber vê jî, divê hemû welat berpirsiyartiya xwe bi cih bînin û DAŞ’iyan paş ve bigirin. Divê berpirsiyartiya xwe bi cih bînin. Ew mecbûrin ku DAIŞ’iyên hemwelatiyên xwe bigirin û wan bi darizînin.”
‘DIVÊ KENY GUH BIDE RAYA GIŞTÎ’
Shajkovcî, da zanîn ku divê daxwaza Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya DAIŞ’î di dadgehek navneteweyî de bên darizandin, li ber çavan bê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû hêzên navneteweyî li ser vê bingehê encamên girîng bi dest bixin.”