ENQERE – Baroya Enqereyê bertek nîşanî rapora Vakfa SETA da û diyar kir ku ev mînaka tetîkêşiyek akademîk a bê çawanî ye. Baroyê anî ziman ku wê der raporê de pêvajoya hiquqî bidin destpêkirin.
Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" di 6'ê Tîrmehê de raporek belav kir. SETA bi vê raporê rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik Tirkî, Euronews Tirkî, Independent Tirkiye û CRI Turk (Radyoya navneteweyî ya Çinê) deq kirin û paşerojên rojnamegeran û xebatên wan parve kirine. Di raporêde tespîtên ku tu eleqeya vê bi sinc û etîka rojnaemgeriyê tune ye parve kirine. Rojnameger kirine hedef. Navê gelek rojnameger û xebatên wan parve kirine. Parvekirinên wan ên li ser medya civakî kom kirine û parve kirine. Rapora ku ji 202 rûpelan pêk dihat, gelek rojnamegerên navneteweyî deq kirin. Baroya Enqereyê bertek nîşanî rapora Vakfa SETA da û diyar kir ku wê têkildarî raporê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Baroyê da zanîn ku Vakfa SETA tetîkêşiya bê çawanî kiriye û der barê rayedaran de wê pevajoya zagonî bidin destpêkirin û wiha got: "Em vê raporê bi awayekî şerm dibînin. Em ji pirozbahiya azadiya çapemeniyê bawer dikin. Ji ber vê yekê em parvekirina vekî erkekî dibînin. Bi vê raporê xebatkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê wekî dirêjahiya rêxistinên terorê nîşan dane û kirine hedef."