ENQERE - Hevberdevka Bajar a HDK'ê ya Enqereyê Fatma Kiliçaslan û Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Enqereyê Yahya Dag, bêyî ku hîn bibin ji ber çi hatine binçavkirin, hatin berdan.
Polisan di 5'ê Tîrmehê de li Enqereyê bi ser malan de girtibûn û Hevberdevka Bajar a HDK'ê ya Enqereyê Fatma Kiliçaslan û Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Yahya Dag bin çav kiribûn. Kiliçaslan û Dag ku duh îfadeyê wan li Miduriyeta Polisan a Enqereyê hatibû gşirtin îro anîn edliyeyê.
ÎFADEYÊ WAN NEHATIN GIRTIN
Kiliçaslan û Dag ku li miduriyeta polisan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn, li dozgeriyê bêyî ku îfadeyê wan bê girtin, bi daxwaza kontrola edlî bên berdan, sewqî dadgeriya nobedar hatin kirin. Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye nehat zanîn ku Kiliçaslan û Dag ji ber çi hatine binçavkirin. Kiliçaslan û Dag li dadgeriya nobedar bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
DEMA BINÇAVKIRINÊ DIRÊJ KIRIN
Li aliyê din hê îfadeyê her sê kesên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de li Rihayê hatibûn binçavkirin û anîbûn Enqereyê, nehatine girtin. Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye, parêzeran têkildarî lêpirsîn tu agahî bi dest nexistin û diyar kir ku dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Mehmet Kaygin, Salîh Şahîn û Ferît Ak ku li Rihayê hatibûn binçavkirin dê heta 4 rojan jî di bin çavan de bin.