SILÊMANÎ - Gelê Silêmaniyê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr bîne, bi pêşengiya jinan meşiyan qadan û meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de xemgînî, hêrs û biryardariya têkoşîna nîşan dan. Girsê bê navber dirûşmeyên “Helmet Namire”, “KCK gele”, “Bimre Xiyanet” berz kirin.
Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, bi meşeke girseyî hat bi bîr anîn. Girsê operasyona hewayî ya TSK'ê şermezar kir. Jinên Başûr pêşengiyê ji meşa girseyî re kirin û girseya tevlî çalakiyê bûn, xemgîniya xwe bi gotina dirûşman û cilên reş derbirîn. Girsê di meşê de bi sedan posterên Diyar Xerîb rakirin. Hevalên Diyar Xerîb yên xebat û têkoşînê, siyasetmedar, çalakvanên rêxistinên civakî kesên bi temen û dayîkên li gel zarokên xwe yên biçûk beşdar bûn. Welatiyên ji beşên din yên Kurdistanê jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de girse ji bo bîranîna Xerîb, strana “li Qendîlê serberzawa” bi yek dengî gotin û kêliyên hestiyar çêbûn.
Girsê di meşê de li gel posterên Xerîb, posterên Ocalan, alên PKK û KCK’ê jî hildan û dirûşmeyên “Şehîd Namire, Helmet Namire”, “KCK gele”, “Bijî Serok Apo”, “Bimre Xiyanet”, “Dagirker biçin derve” berz kirin. Meş ji ber mala Diyar Xerîb a li taxa Bextiyarî destpêkir heya Mizgefta Ahesûr ku taziye lê hatiye danîn dewam kir. Girseya tevlî meşêbûbûn li mizgeftê sersaxî ji malbatê re xwestin û wê taziye heya saet 16.00’ê êvarê werin qebûl kirin.
Ji beşên cûda yên civaka Başûrê Kurdistanê, malbata ciwanê Kurd yê ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin Ramîn Hisên Penahî û gelek welatî û siyasetmedar ji bo sersaxiyê diçin mizgeftê. Sersaxî wê sibe jî li Mizgefta Ahesûr ya li tenişt City Center a li ser cadeya 60 mtr dewam bike. Piştre jî wê sersaxî li mala şehîd Diyar Xerîb bên qebûl kirin.