MÊRDÎN - DEDAŞ ku li gel biryara dadgehê jî ceryana MARSÛ'yê birî û bû sedem ku Mêrdîn 2 rojan bê av bimîne, angaşt kir ku ji ber deynên nû yên şaredariyê ceryana MARSÛ'yê biriye.
Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) piştî du roja derbarê birîna ceryana Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyanî da. DEDAŞ'ê angaşt kir ku ji ber deynê nû ceryana MARSÛ'yê biriye. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku ji ber deynê şaredariyê bi awayekî rêk û pêk nehatiye razandin derketiye 96 milyon lîreyî û qet nehatiye diyarkirin ku deyn ê dema qeyûm e.
Di berdewamê de hatiye angaştkirin ku zêdebûna deyn dayina xizmetê asteng dike û ev tişt hatiye gotin: "Bi protokoleke ku wezaret jî di nav de hebûn bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re li hev hatibû kirin ku 80 milyonê deyn ji para Bankaya Bajaran ve bê razandin. Lê li gel protokolê û dirêjkirina dema razandinê jî razandin pêk nehat. Ji ber vê yekê Dîcle Elektrîkê enerjiya stasyonên pompeyê birî. Lê ji ber welatî zehmetî nebînin di saetên şevê de dîsa hat berdan." DEDAŞ'ê angaşt kir ku nîyeteke razandinê ya şaredariyê tuneye û ev tişt ragihand: "Deynê nayê razandin her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber ku piştî biryara dadgehê deynên nû jî nehatine razandin li gorî mewzûatê tevger çêbûye û enerjiya pompeyên avê hatine birîn."