ENQERE – Birîna daran a li ODTU’yê didome. Pêkhateyên ODTU’yê bi meşekê li dijî birîna daran derketin û li ber avahiya rektoriyê bendemayîna xwe didomînin.
Li qada darên spîndaran a Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) wargeha KYK’ê tê çêkirin. Xwendekarên ODTU’yê li dijî vê yekê derdikevin û heta serê sibê nobetê girtin. Xwendakar di dorpêça polîsan de ne û polîsan wan ji qadê dûr kir. Pêkhateyên ODTU’yê li qada spîndaran li ber barîkatên polîsan daxuyanî dan û dirûşm berz kirin.
Di daxuyaniyê de ewilî xwendekara ODTU’yê Beyza Kurtoglu axivî û got: “Berxwedana me neqediyaye û wê neqede. Berpirsê êrîşan rektorê ODTU’yê Verşan Kok, rêveberiya ODTU’yê û AKP ye. Bi hezaran dar tên tunekirin. Em ê destûrê nedin çêkirina wargehê. Heta hevalên me neyên berdan û çêkirina wargehê neyê rawestandin, em ê ji vir veneqetin. Bila polîs bicihimin ji zanîngehê biçin.”
‘BERXWEDANA ODTU’YÊ TU CARAN TÊK NEÇÛYE’
Kurtolgu anî ziman ku armanca êrîşan ew e ku talankirina ekolojiyê pêk bînin û berxwedana ODTU’yê bişkînin û wiha got: “Ev êrîşek polîtîk e. AKP dixwaze bi çêkirina wargehê dagirkirina xwe derxe asta jor. AKP bi van wargehan dixwaze bîrdozaiya xwe li ser ODTU’yê ferz bike. Lê dîrokê jî nîşan daye ku ODTU’yê tu carî serê xwe li ber êrîşan netewandiye.”
‘AKP TALAN Û TERORÊ PÊK TÎNE’
Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ji Ekolojiyê Berpirsiyar Murat Çepnî jî axivî û got: “Li gel talankirina daran ku AKP dixwaze bike wargeh di heman demê de terora polîsan jî diqewime. Li vir bi awayek hov êrîşî wekîl, endamên hîndekariyê û xwendekaran kirin. Em ê li dijî terora polîsan û talana xwezayê bêdeng nemînin û em ê têbikoşin.”
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
Her dawî Parlamentera CHP’ê Gamze Taşçier jî axivî û got birîna daran û talankirina xwezayê sûcê mirovahiyê ye.
ÖĞRENCİLER REKTÖRLÜĞE YÜRÜDÜ
Piştî axaftinan xwendekarên zanîngehê bi berzkirina dirûşman heta avahiya rektoriya zanîngehê meşiyan.
TAŞÇIER: REKTORIYÊ BIRÎNA DARAN DA RAWESTANDIN
Xwendekar bendemayîna xwe ya li zanîngehê didomînin. Di vê navberê de parlamentera CHP’ê Gamze Taşçier wiha xîtabî xwendekaran kir: “Min bi rektoriyê re hevdîtin pêk anî. Rektoriyê got ku wan birîna daran rawestandiye. Wê hemû binçavkirin bên berdan. Wezîfedarên şaredariyê dê qada înşatê mohr bikin.”
XWENDEKAR: TALAN DIDOME
Xwendekaran jî da zanîn ku talankirina daran didome û heta birîn bê rawestandin dê ji ber rektoriyê veneqetin.