AMED - Rojnameger Ferhat Parlak piştî girtina xwe ya 15 mehan, di rûniştina yekemîn a doza xwe de hat berdan.
Rojnameger Ferhat Parlak ku bi sûcdariya "emdamê rêxistinê" 15 mehên girtî ye, yekemîn rûniştina doza wî hat dîtin. Parlak û parêzerên xwe tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de Parlak sûcdariyên derbarê xwe de red kir û diyar kir ku rojnameger e. Parlak da zanîn li gel ku şahidê veşarî Akya diyar kiriye ku wî nas nake jî derbarê wî de şahidiyê kiriye û wiha got: "Şahidê veşarî yê bi navê xwe yê kod Akin angaşt kiriye ku min Abdûlkadîr Îllez û Eyup Bati tevlî rêxistinê kiriye, lê her ku kesên ku navê wan derbas dibe niha bi malbata xwe re dijîn."
DOZGER XWEST GİRTÎ BİMÎNE
Şahidê aşkera B.C jî xwest ku îfadeyên wî yên beriya niha neyên qebûlkirin û da zanîn ku Parlak tenê weke rojnameger nas dike û wiha got: "Ez wî weke endamekî rêxistinê nabînim. Nebûme şahid ku xebateke rêxistinê meşandiye. Dema şerê Farqînê min wî nedît." Dema ku serokê dadgehê nakokiya di navbera îfadeyên wî de bi bîr xist B.C got ku îfadeyên wî yên niha rast in û xwest ku dadgeh ji vê yekê bawer bike.
Dozger mutalaa xwe ya pêşkêş kir û xwest ku girtina Parlak berdewam bike.
BIRYARA BERDANÊ
Parêzerê Parlak Mehdî Ozdemîr diyar kir ku îfadeyên şahidan bi nakok in û sûcdariyên ku li muwekîlên wî hatine kirin xebatên rojnamegeriyê ne û daxwaz kir ku muwekîlê wî Parlak bê berdan û beraatkirin.
Heyeta dadgehê berhevkirina hemû delîlan, dema girtinê, tunebûna reşkirina delîlan li ber çav girt û biryara berdan Parlak da. Dadgehê rûniştinê taloq kir û qedexeya derketine derveyî welat danî ser Parlak.