STENBOL - TGS'ê derbarê SETA'yê ku bi raporekî rojnamegeran hedef nîşan dabû de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kir.
Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) derbarê Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ku bi rapora "Niçikê Tirkiyeyê yên Saziyên Çapemeniyê yên Navneteweyî" rojnamegeran hedef nîşan dabû de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kir. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş jî di nav de gelek rojnamegeran beriya serlêdanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Serokê TGS'ê Dûrmûş diyar kir ku bi raporê hatiye xwestin ku nûçe negihîjin raya giştî ya cihanê û bi awayekî aşkera li holê ye ku hevalên me yên rojnameger hedef hatine nîşandan.