STENBOL – Serdozgeriya Komara Stenbolê ya li karê çapemeniyê dinêre derbarê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de îdianame amade kir. Ji bo îdianame bi doza sereke ya Ozgur Gundemê re bibe yek şandin 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Setenbolê derbarê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de îdianame amade kir. Îdianame di 18’ê hezîrana 2019’an de hat amadekirin û şand 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.
DAXWAZA DOSYE BIBE YEK KIRIN
24’emîn Dadgeha Cezayê Giran jî di 3’ê tîrmehê de îdianame şand 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê û îdia kir ku ji ber têkiliya hiqûqî û fîlî di navbera doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de heye îdianame pê re bibe yek.
Di îdianame de Bîlgen bi îdayên “Yekîtiya dewletê û tevkariya welat xera dike”, “Endamê rêxistinê ye”, “Propaganda rêxistinê kiriye”, “Bi armanca sûc bike rêxistin ava kiriye û “Bûye endamê rêxistina ava kiriye” tê sûcdakirin. Di îdianameyê de hat bibîrxistin ku Ayhan Bîlgen endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûye û di sala 2016’an de lêpirsîn hatiye destpêkirin ancak lê ji ber parlamenter bûye derbarê dosyeyê de biryara veqetandinê dane.
Di îdianameyê de ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê gotina “berdevkiya rêxistinê” hat nivîsandin. Ji bo destnedayîna Bîlgen rabikin dosyeyê şandibûn Meclîsê. Ancak piştî ku Bîlgen bû Hevşaredarê Qersê dosyeyê ji nûve şandin dozgeriyê.
23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dê di rojên pêş me de daxwaza dosyeyê bike yek binirxîne.