HELEB - Rewşenbîrên bajarê Helebê, bang li aliyên Kurd kirin ku li dora demokrasiya rast a Kurd kom bibin êrîşên li dijî xwe pûç bikin.
Nerazîbûnên li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser axa Kurdan zêde dibin. Rewşenbîrên bajarê Helebê bertek nîşan dan û xwestin êrîş bi dawî bibin. Rewşenbirên ku ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn, diyar kirin ku ji bo rawestandina êrîşên TSK'ê li dijî gelê Kurd, yekîtî pêwist e.
Helbestvan Menan Ehmed bertek nîşanî êrîşan dan û got: “Ji ber ku dagirkeriya Tirk di siyasetên xwe yên hundirîn de bi binket, hewl dide bi rêya êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê aloziya xwe derbasî derve bike. Parastina Kurdan û destkeftiyên wan li Başûrê Kurdistanê, erka hikumeta Başûrê Kurdistanê ye." Menan tekez kir ku armanca sereke ya Tirkiyê ji van êrîşan qirkirina gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Yekrêziya Kurd bi xwe serkeftinek li dijî dijminên gelê Kurd e. Piştî wê kesek nikare şerê wan bike.
Dr.Welîd Cindo jî destnîşan kir ku pêwîst e gelê Kurd mîna her civakekê xwedî proje, welat û maf be û wiha axivî: "Divê partiyên Kurd ên ku li hev nekirin yan jî nebûn yek bizanibin ku sedema parçebûna doza Kurd yeknegirtina wan e."
Cindo, da zanîn ku gelek partî hene hertim hewl didin projeyên demokratîk ên li ser erdê bi bin bixin û kesek nizane armancên wan partiyan çine û wiha got: "Ev partî bi taybet ên girêdayî dewleta Tirk in. Ev partî ji bo berjewendiya Tirkiyê partiyên din berbelav dikin."
Cindo, bang li aliyên Kurd kir ku li dora demokrasiya rastîn, yanî yekrêziya ref a Kurd kom bibin da ku planên ketina TSK'ê pûç bikin.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku korek (çal) di navbera Kurdan de ye û wiha got: “Ev kor rê li pêşiya AKP’ê vedike ku binpêkirinan li ser Kurdan bide meşandin. Hikumeta Başûrê Kurditanê û civaka navdewletî li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng in.”