MÊRDÎN – DEDAŞ bi hênceta deynê ceryanê yê di serdema qeyûm da maye û li gel biryara dadgehê jî carek din ceryana MARSU’yê birî. Ev 2 roj in Mêrdîn bêav maye.
Piştî ku HDP di 31’ê Adarê de hat ser rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ev bû cara 3’yemîn ava Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) dibire. DEDAŞ deynê serdema rêveberiya qeyûmê dike hêncet û ceryana MARSU’yê dibire. Ji ber vê yekê jî ev 2 roj in av hatiye qûtkirin.
Birîna ceryana MARSU’yê beriya niha jî hatibû birîn û Dadgeha Mêrdînê biryara divê ceryan neyê qûtkirin dabû. Li gel biryara dadgehê jî DEDAŞ ceryanê dibire û av tê qûtkirin.
Heta niha DEDAŞ’ê tu daxuyanî nedaye. Li gel DEDAŞ’ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û MARSU’yê jî têkildarî mijarê tu daxuyanî neda. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew di nava hewldanan de ne.
Di serdema qeyûm de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 96 milyon TL bûbû deyndarê DEDAŞ’ê. Bi krediyên hatin wergirtin re 80 milyon TL deynê DEDAŞ’ê hat dayîn. Ji bo razandina 16 milyon TL jî di navbera şaredariyê û DEDAŞ’ê hevdîtin hatin kirin lê ji hevdîtinan tu encam derneket.