STENBOL - Piştî SETA bi raporekê rojnameger deq kirin, bertek û nerazibûnên rojnamegeran ên li dijî SETA zêde bûn. Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmuş, got "SETA sûc dike." Rojnaemger Mehveş Evîn jî diyar kir ku ev hewaya operasyonek nû ye. Rojnameger Fatih Polat jî bertek nîşan da û got: "Ev yek 'andiç' e. Rojnameger Huseyin Kalkan jî got: "Divê hesabê vê yekê bê dayîn."
Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" di 6'ê Tîrmehê de raporek belav kir. SETA bi vê raporê rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik Tirkî, Euronews Tirkî, Independent Tirkiye û CRI Turk (Radyoya navneteweyî ya Çinê) deq kirin û paşerojên rojnamegeran û xebatên wan parve kirine. Di raporêde tespîtên ku tu eleqeya vê bi sinc û etîka rojnaemgeriyê tune ye parve kirine. Rojnameger kirine hedef. Navê gelek rojnameger û xebatên wan parve kirine. Parvekirinên wan ên li ser medya civakî kom kirine û parve kirine. Rapora ku ji 202 rûpelan pêk dihat, gelek rojnamegerên navneteweyî yek bi yek hemû agahiyên der barê wan de kom kirin û kirin hedef. Rojnamegeran bertek nîşanî belgeya SETA dan û diyar kirin ku SETA sûc dike. Rojnamegerên li dijî vê raporê deketin bertekên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.
KALKAN: DIVÊ HESAB BIDIN
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Huseyin Kalkan, diyar kir ku vakfê bi vê lêkolînê îstîxbarat kom kiriye û tu eleqeya vê yekê bi xebatên Vakfê tune ye û wiha got: "Rojnamegerek di kijan weşanê de kar bike bila kar bike divê bi tu awayî neyê deqkirin. Li Tirkiye bi taybetî piştî sala 2011’an û şûnde gav bi gav zextên li ser rojnamegeran zêde dikin. Ev polîtîkayên zextan hêzê dide hin kesan. Ev rapor belgeyek pir wahim e. Divê teqez ev kes hesabê vê yekê bidin."
EVîN: EV OPERASYONEK NÛ YE
Rojnameger Mehveş Evîn jî bertek nîşanî rapora SETA da û wiha got: "Ev xebat polîtîkayên Serokmariyê belav dike û diparêze. Li Tirkiye der barê medyaya navneteweyî de raporek hatiye amadekirin û pêşkêşî qesrê hatiye kirin. Ev rapor ji bo qesrê hatiye amadekirin. Rojnameger kirine hedef. Ev rewşa şermê ye. Ev li dijî hemû rojnamegerên serbixwe hatiye amadekirin. Ev operasyonek nû ya li dijî rojnamegeran e.
POLAT: ANDIÇ A LI SER DEQKIRINÊ YE
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, jî anî ziman ku rapora SETA'yê ji zanistiyê dûr e û wiha got: "Ev ne xebatek ji rêzê û masûm e. Di metnê ku ji 202 rûpelan pek tê rojnameger deq kirine. Andiç a li ser reşkirin û deqkirinê hatiye avakirin e. Yên duh ji bo hempîşeyê me Deniz Yucel gotin 'ajan e' îro medya navneteweyî dikin hedef. Ev manqita GBT'ê ye. Hin sazî û rojnameger kirine hedef. Sûc hatiye kirin û pişta xwe dane îktidarê û ev sûc kirine. Ev yek wê wekî "andiç" derbasî rûpelên dîrokê bibe."
DURMUŞ: SETA SUC KIRIYE
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, anî ziman ku ev rapora ku SETA amade kiriye wê di dîroka Tirkiye de neyê ji bîr kirin û wiha got: "Ev rapora şermê ye. SETA ev rapor bi destê kê amade kiriye wê di demên pêş de ronî bibe. SETA bi vê raporê sûc kiriye. Ger ku tiştek bê serê hempîşeyên me berpirsiyar SETA ye."
BULUT: YÊN EV RAPOR AMADE KIRINE NE ROJNAEMGER IN
Rojnameger Arîf Bulut jî anî ziman ku yên ev rapor amade kirine ne rojnameger in û wiha got: "Diyar e ku rapor bi fermana kê hatiye amadekirin. SETA di rapora 202 rûpelan de medya ku bi Tirkî weşanê dike kirine hedef. Xebatkarên BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik, Euronews Tirkî, Independent Tirkî û CRI Turk kirine hedef. Yên li dijî hikûmetê wekî sûcdar nîşan dane.