AMED – Çotkarên ku li Baxçeyê Hevselê çandiniyê dikin, piştî Sûr hat rûxandin û valakirin, berhemên ku diçînin û kom dikin nikarin bifiroşin. Çotkar Mehmet Erim, diyar kir ku berê berhemên kom dikir, raste rast li nava gelê Sûrê difirot û niha niha cihê lê berhemê xwe bifiroşe tune ye."
Çotkar û rençberên li Baxçeyê Hevselê çandinî û çotkariya bax û bostanan dike, piştî navçeya Sûrê hat xerakirin û valakirin niha bazarê bi dest naxin û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Rênçberên ku berê bêyî komîsyonvan têxe nava bazarê raste rast berhemê xwe yekser dida dikandar û esnafên Sûrê, niha bazarê peyda nakin. Çotkarê Baxçeyê Hevselê diyar kirin ku piştî li Sûrê qedexe hat îlankirin û piraniya navçeyê hat xerakirin gelê Sûrê bê cih û war ma û neçar man koçber bikin. Rençberan da zanîn ku piştî Sûr xera bû û vala bû niha bazara ku berhemên xwe bifiroşin tune ye.
Çotkarê ku 48 salin li Baxçeyê Hevselê çandiniyê dike, Mehmet Erim, diyar kir ku piştî Sûr hat xerakirin êdî muşteriyên wan tev belav bûn û wiha got: "Ez li baxçeyê Hevselê fireng, îsot, xiyar, xas û kundiran diçînim. Hemû fêkî û sebzeyên ku em li vir diçînin tev xwezayî ne. Berhemên baxçeyên Hevselê eleqeyek mezin didît. Lê niha ji ber navçe hat xerakirin û valakirin êdî muşteriyên ku ez berhemên xwe bifiroşim wan tune ye. Piştî gelek taxên li Sûrê hatin xerakirin em êdî bazara firotinê nabinin. Me pirsgir3ekên xwe ji rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re anî ziman. Rayedarên şaredariyê sos dan me ku qadek nû ya bazarê vekin. Ger ku şaredarî soza dan rençberan pêk bîne wê ji bo çotkarên Baxçeyê Hevselê mizgîniyek gelek baş be. "
Erîm, anî ziman ku piştî taxên li navçeya Sûrê hatin xerakirin hem bazara ku berhemên xwe lê bifiroşin belav bû û hem jî xaniyên wan xera bû. Erîm, da zanîn ku beriya sala 2017'an xaniyê wî li taxa Fatihpaşa bû û li gel taxa wan 3 taxên din jî xera bûn û neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Erim, bilêv kir ku hemû malbatên li 3 taxên hatin xerakirin dijiyan li Baxçeyê Hevselê karê çandiniya bax û bostanan dikir û piştî xanî û taxên wan hat xerakirin edî neçar man ku koçî navenda bajar bikin û karê wan zahmettir bûye.
Erim, da zanîn ku ji ber muşteriyê wan tev belav bûn niha neçar in ku bi rêya komîsyonvanan berhemên xwe bifiroşin û ji ber vê yekê êdî zerar dikin. Erîm west dîsa ji bo rençberên Hevselê bazarek bê avakirin.