MÊRDÎN - 8 kesên ji doza kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk beraet kirin, wê dîsa bên darizandin.
Wezirê Karên Hundir Suleylan Soylu Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safiturk di 11'ê îlna 2016'an de wekî şaredar tayînî şaredariya Dêrikê kir. Safîturk piştî tayînî şaredariyê hat kirin di 10'ê mijdara 2016’arn de dema derbasî mekaqê xwe bû saet di 12.07’an de di bin koltuxa wî de bombe teqîyabû û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştina Safiturk 71 welatiyên li Dêrikê hatibûn binçavkirin. Ji 71 kesan 15 kes hatibûn girtin. Piştî darizandinê di doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Derbarê 3 bersûncên din de biryara beraetê hatibû dayîn. Di 22'ê Cotmeha 2017'an de biryar hatibû dayîn. Şandeya dadgehê derbarê 6 jê girtî 15 kes dihatin darizandin de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê û ji bo 14 bersûcên din jî, biryara beraetê dabû. Dadgehê di heman demê de ji bo Tahsîn Ertaş bi hinceta “Zirar dayîna malê çemawerî” salek û 10 meh, ji bo Fîkret Deniz jî bi sûçdariya “Li dijî Qanûna Çekê derketin” 5 sal cezayê girtîgehê birîbû. Piştî darizandinê dadgehê biryara der barê bersûc Fikret Deniz, Ahmet Deniz û Tahsin Erdaş de guncav ditibû. Biryara beraata Huseyin Îzcî, Mehmet Ali Yazil, Saîme Ateş Mesutoglu û Abdulkadir Deniz de jî li gori hiqûqê dîtibû. Heyeta dadgehê der barê bersûc Devran Aslan, Fikret Bagî, Tahsin Erdaş, Vedat Erol, Nursel Eser, Zuhal Dalçîn, Zinet Erdaş û Mehmet Deniz de biryar dabû ku dosyayên wan ji hev bên cihêkirin.
8 KES WÊ DI 11'Ê TÎRMEHÊ DE JI NÛVE BÊN DARIZANDIN
Danişîna doza Qeymeqam Safîturk ku li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdîne dihat dîtin, der barê 14 kesan de biryara beraetê dabû. Der barê Şefê Karê Nivîsa Taybet a Qeymeqamiyê Şerif Mesutoglu de 2 caran cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê birîbû. Piştre parêzerên malbatê dosya birin Dadgeha Îstînafê ya Herema Dîlokê. Dadgeha Îstinafê ya herêmê piştî dosya lêkolîn kir doz qera kir û der barê 8 kesên beraet kiribûn de dîsa biryar da ku ji nûve bên darizandin. Danişîna doza 8 kesên ku ji nuve bên darizandin wê di 11'ê tîrmehê de bê dîtin. Danişîna doza 8 kesan wê li Dadgeha Herêmê ya Dîlokê bê dîtin.