* Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Makeqanûna heyî makeqanûna kontra ye û wiha got: "Divê HDP rêya niqaşên der barê Makeqanûna Nû ya nava gel veke û di nava gel de vê mijarê bide neqaşkirin. Divê rêya li nava Komara Demokratik ku heza cewherî gel e veke."
* 8 kesên ji doza kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk beraet kirin, wê dîsa bên darizandin.
* Şaredariya HDP'ê ya Cizîrê cih neda projeya HES'ê ku cih û warên dîrokî û çandî di bin bendavê de bihêle.
* Çotkarên ku li Baxçeyê Hevselê çandiniyê dikin, piştî Sûr hat rûxandin û valakirin, berhemên ku diçînin û kom dikin nikarin bifiroşin. Çotkar Mehmet Erim, diyar kir ku berê berhemên kom dikir, raste rast li nava gelê Sûrê difirot û niha niha cihê lê berhemê xwe bifiroşe tune ye."
* Piştî SETA bi raporekê rojnameger deq kirin, bertek û nerazibûnên rojnamegeran ên li dijî SETA zêde bûn. Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmuş, got "SETA sûc dike." Rojnaemger Mehveş Evîn jî diyar kir ku ev hewaya operasyonek nû ye. Rojnameger Fatih Polat jî bertek nîşan da û got: "Ev yek 'andiç' e. Rojnameger Huseyin Kalkan jî got: "Divê hesabê vê yekê bê dayîn."
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî wê tev li konferansa HDP'ê ya herêma Wanê bibe. Piştre wê li Navçeya Giyadînê hevşaredarên Giyadînê ziyaret bike. (10.00-13.30)
* Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), wê li Edliyeya Çaglayanê têkildarî rapora SETA ku rojnameger deq kirin gilî bike. (11.00)
* Jin, bi armanca balê bikişînin ser tundiya li dijî jinê, wê rapora ku tora Têkoşîna bi Tundiyê re li Komeleya Jinan a Rosa aşkere bikin. (11.00)
* Platforma Jinan a Dersîmê wê li dijî geşedanên tacîzê yê Zanîngeha Munzurê li avahiya KESK'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên li Amedê wê li dijî şer bi dirûşmeya "Ji Şer Re Na, Em di Demokratiyê de Bigêjin Hev" li Parka Roboskî ya Navçeya Peyasa Amedê meşekê li dar bixin. (17.00)