HATAY - Li Girtîgeha Îskenderûnê ya Hatayê girtiyê nexweşiya pençeşêrê Muhsîn Kizilkan ji ber dermanê wî nehat wî rewşa wî xerab bû û rakirin nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha tîpa T a Îskenderûna Hatayê, girtiyê nexweşiya pençeşêrê Muhsin Kizilkan ji ber dermanê wî nehat wî duh rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Kizilkan, rakirin Nexweşxaneya Dewletêya Îskenderunê. Kizilkan ku li nexweşxaneyê şandin beşa venêrtina zêde, rewşa wi giran e. Hat diyar kirin ku malbata Kizilkan ji bo wî bibînin çûn nexweşxaneyê, lê dozgeriyê destûr nedaye malbatê.